LÎNA CANGÎR / ÎSAM ABDULLAH / ANHA / QAMIŞLO
Kongreya Civaka Îslama Demokratîk, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê-Rojava di roja duyemîn de dewam dike. Zanyarên dînî yên beşdar dibêjin, Îslama rastî hemû reng û mezheban qebûl dike.
Bi dirûşma “Zindîkirina Peymana Medîneya Munewera ji bo avakirina welatan û parastina mirovan” pêr yekemîn Kongreya Civaka Îslama Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê-Rojava bi beşdarbûna 300 delegeyan û gelek mêvanan li hola Navenda Çand û Huner a Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlan dest pê kir.
Doh jî kongre di roja duyemîn de bi xwendina rêziknameya Kongreya Civaka Îslama Demokratîk ku ji aliyê endamê komîteya rêxistinî Şêx Mihemed El-Qadirî ve hate xwendin, dewam kir.
Gava nûçeya me dihat amadekirin, minaqeşeyan li ser rêziknameyê dewam dikir. Meclisa El-Şûra û endamên meclis û komîteyan jî wê bihatana hilbijartin.
Peyam aştî, biratî û lênegirtin e
Zanyarên dînî yên ku beşdarî Kongreya Civaka Îslama Demokratîk bûn, diyar kir ku cewherê Îslama rasteqîn ew e ku hemû mezheb, dîn û baweriyan qebûl dike û got “Peyama hemû baweriyan yek e; aştî, hezkirin, biratî û lêborîn.”
Serokê Yekitiya Oldarên Misilman, Mihemed Reşîd Xerzanî diyar kir ku armanca yekemîn a kongreyê danasîna Îslama rasteqîn, demokrasî, aştî û biratiya di navbera gelan de ye. Xerzanî got, “Berovajî ku komên tundraw ên bi navê Îslamê sûc, xirabî û wêrankirin dikirin, Îslama rasteqîn têkiliyên biratiyê di navbera gelan de xurt dike. Îslama rast di Peymana Medîneya Munewera de diyar dibe ya ku li gorî sîstema neteweyê bi rê ve diçe. Di qanûnên wê de hemû pêkhate, mezhebên Misilman, Xiristiyan û Cihû wekî hev in.”
Xerzanî li ser kongreyê bi xwe jî got, “Bi vê kongreya xwe, em ê peyama xwe ya wateya durist a Îslamê ragihînin. Em ê diyar bikin ku Îslam bi wateya xwe ya rasteqîn ew e ku hemû beşên civakê kom bike.
Peyama me wekî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo cihanê ew e ku gelê herêmê temsîla Îslama nerm dike, mafên hemû gel, pêkhate, mezheb û baweriyan diparêze. Nirxên jiyana hevbeş û biratiyan gelan diparêze. Hemû ol û baweriyan qebûl dike, hevkariyê di navbera wan de bi pêş dixe.”
Rê li ber fitneyê bigirin
Rêvebera Saziya Olî ya Jinan a Dêrikê, Munteha Beşîr Hemê jî kongre li hemû gelên herêmê pîroz kir û hêvî kir ku bi biryarên girîng ku xizmeta civak û jinan bike bi encam bibe. Munteha got, “Ji ber ku mafên jinan di Îslama nerm de diyar dibe, ne wekî ku rêxistinên terorîst ên mîna DAIŞ’ê îdîa dikin ku Îslam reş kirine, jinan wekî kole û sebî hesab dikin.”
Munteha anî ziman ku armanca kongreyê ew e ku peyaman bide cihanê ku naveroka wê Îslama rastîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar dibe.
Munteha Hemê bang li oldaran kir ku di vê qonaxê de ku herêm tê re derbas dibe, erka xwe pêk bînin: “Xizmeta civakê bikin, rê li ber fitneyên komên çete ku rastiya îslamê reş dikin, bigirin.”