Pîrozbahiyên cejna vejînê ya bi rasthatina çalakiyên 15´ê Tebaxê, li bajarên Elmanyayê Giessen, Mainz, Frankfurt û Hildesheimê bi rê ve çûn.
Şahiya Cejna Vejînê ya 15´ê Tebaxê îsal bi beşdariya Kurdistaniyên ji bajarên Braunschweig, Gifhorn, Hildesheim, Wolfsburg, Peine û Salzgitterê, li bajarê Hildesheimê pêk hat. Şahî di çarçoveya “Festîvala Çand û Hunerê Kurd a 6´an” de bi rê ve çû. Beriya şahiyê, Kurdistanî û dostên wan li ber gara trenê ya Hildesheimê kom bûn û meşiyan. Jinên Kurd ku bi cilûbergên xwe yên gelêrî beşdarî meşê bûn gelek bal kişandin ser xwe.
Kurdistanê heta bi meydana şahiyê Am Marienfriedhofê meşiyan. Li ber muzîkê govend hat gerandin. Di meşê de timî sloganên dilsoziya bi şehîdan re û “bijî Serok Apo” û “biji berxwedana Şengal û Efrînê” hatin gotin.
Endamê HDK-A Braunschweig û Nav-Demê Letîf Karakaş, endama Die Linke Rita Krüger, Azad Botan Deniz, Willy, Mamoste Farqîn, berdevka Komuna Jinê Meryem, Hayat Donma jî peyivîn.
Girava Lorin, Z, Dimli Amed-Memo-Hesen, Koma Volkana Şoreşê, Ciwan Çewlîg û koma wî, Dilyar û koma wî derketin ser dikê. Wekî din Kadir Şîrî, Wezir Demir û Cano Şakir jî helbest xwendin.
[gallery ids="125001,124998,124997,124996,124999"]Bêhejmar qehreman derketin holê
Yekşema bihurî li bajarê Giessenê pîrozbahiya 15´ê Tebaxê bi beşdariya qederê 300 kesî pêk hat. Di pîrozbahiyê de 3 kesên ji sê deverên Giessenê ji ber xebatên xwe yên nava xelkê yên serketî bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd û gerîlayên şehîd hatin xelatkirin. Siyasetvan Ahmet Aktaş ê ku di pîrozbahiyê de amade bû, got, “Pêngava 15´ê Tebaxê banga li miletekî ku li ber tinebûnê bû da ku rabe serî hilde. Piştî 15´ê Tebaxê bê hejmar berxwedan û bêhejmar qehreman derketin holê.” Di Şahiya li seyrangehê de li ber muzîkê govend hat girtin.
Xwedîderketina li berxwedana zindanan
Li bajarê Mainzê jî Kurdistanî li Hartenberg Gartenê ji bo şahî û seyrana 15´ê Tebaxê hatin cem hev. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Mainzê Binali Çelik got, vejînê ji zindanê dest pê kir û wiha peyivî: “Bi xwedîderetina li têkoşîna êsîrkiriyan, me berxwedan xurt kir.” Ali Karayazi jî li ser navê KCDK-E´yê peyivî û got, “Cejna Vejînê ya Gelê Kurd ango 15´ê Tebaxê cejna vejînê ya Serok Apo, şervanên şoreşê û hevrêyên di zindanan de pîroz be.” Di seyranê de li ber stranên govend hat gerandin.
Li Frankfurtê jî bi şahiya Cejna Vejînê li baxçeyê NCDK ya Frankfurtê hat kirin. Kurdistaniyên ji Frankfurt, Hanau û Offenbachê beşdarî şahiyê bûn. Di şahiyê de siyaset Ahmet Aktaş axaftinek kir. Koma Hejar û Ozan Emekçi jî bi muzîka xwe beşdarî şahiyî bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN