Salih Nemir hunermendekî ji Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê ye ku ji sala 2015´an ve li Gerolzhofen a Elmanyayê dimîne. Ji 11 ta 30 Nîsanê jî ew ê 40´î ji berhemenên xwe li Alten Rathaus a Schweinfurtê nîşan bide.
Salih Nemir ê 47 salî ji Dêrika Hemko çûye Şamê û ji wir çûye Herêma Kurdistanê, piştre jî li Elmanyayê weke penaber bi cih bûye.
Zaroktiya li Dêrikê û rojavayê Çemê Dicleyê, bandoreke mezin li ser kesayetî û pê re jî hunerê Salih Nemir kiriye. Wî jî, weke pirraniya zarokên Serxet û Binxetê, bi heriya li derdora çeman peykerên mirov, lawir, û tilûran çêkirine.
Salih Nemir ê ji gundê Topikê sala 1995´an, xwendina xwe li Peymangeha Hunerên Ciwan a li Şamê bi dawî kiriye. Piştre di hunerê peykertraşiyê de, bû mamoste û xwedî gelek berhemên berbiçav û navdar, herwiha di gelek pêşangehên hevbeş û taybet de beşdar bûye.
Mijarên berhemên wî jî cihê ne, lê mijarên mirovayî, jin, zaroktî, civak, hêvî, azadî, aştî, tilûr û hesp babetên sereke ne.
Ji bo çêkirina peykeran jî Salih Nemir, kereste û alavên cihê bi kar tîne yên weke text, dep, hesin, kevir, mermer, bronz û heriyê jî.
GEROLZHOFEN