
Piştî ku taristaniya belaya çeteyên DAIŞ´ê vegirt ser Rojhilata Navîn û nexasim Kurdistanê, cemaeteke ciwan a nû a li Kurdistanê bal hêdî hêdî kişandin ser xwe. Ev cemaet jî ew e ku li Başûrê Kurdistanê bawerî bi diyaneta Zerdeştiyê aniye. Pîrê cemaetê Pîr Luqman dibêje, ji bo tewîqkirina jiyana hevbeş a di nava gel û diyanetan de ew bi zindîkirina vê diyanetê li Başûrê Kurdistanê rabûne. Pîr Luqman bi bîr dixe ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyaneta wan fermî qebûl kiriye, lê nûnerê hikûmetê ê bi vê cemaetê ne ji ola cemaetê ye, li aliyê din alîkariyeke madî jî ew ji hikûmetê nagirin. Hevpeyvîna Necîbe Qeredaxî û Îbrahîm Bulak bi Pîr Luqman re, gelek aliyên vê camaetê û hurgiliyên balkêş derdixe holê.
Berî perestgeha we, di nav civaka Kurdan de baweriya Zerdeştî di roja me yî îro de hê jî hebû?
Çavkaniya ola Zerdeştî koka çand û dîroka gelê Kurd e, Zerdeştê mezin li Bajara Şîz li nêzî gola Urmiye ku ji malbata mezin ya Mugan “Sipentiman (rihê qenc)” ji dayik bûye û 1700 sal berî zayînê hatiye dinê. Ew weke reformxwazekî di nava ola Mîtra de derketiye holê. Di demekê de ku hemû belge îspat dikin ku Zerdeştê mezin Mug bûye û Mugan jî eşîreteke olî ne û çavkaniya zanistiya dîroka berî Mediyan in. Mediyan jî berdewamiya Mugan û Kurd jî neviyên wan in. Wê demê ev ol, bîr û baweriyê di nava malzaroka civaka Kurd de ji dayik bûye. Heta niha hem ji alî netewî û hem jî alî çandî û paradîgmaya xwe ve Kurdan navenda li ser vê daniye û tev bi darê zorê guhertine baweriya xwe ya olî, lê hîn jî xwedî çanda xwe derdikeve.
Baweriyên wekî Êzîdî, Yarsanî, Xurşîdî û hwd. heta niha hebûna xwe domandine. Bi dirêjahiya dîroka dagirkerî ku 1437 sal di ser vê yekê re derbas dibe, hîna jî Kurd bi giştî Zerdeştî ne. Hejmareke kêm nebe ku wan jî di nava pêleke mezin ya vê guhertina olî de winda bûne. Mînakeke ber bi çav jî dema êrişên DAIŞ´ê de Kurd bi hejmareke pir kêm di nava wan de bûn. Perestgehên Zerdeştiyan li bajarê Silêmanî hatiye vekirin ne tekane perestgeh e û her weha di nava her ferda/ê Kurd de Zerdeştek heye. Kincên Kurdî, govend, hore, siyaçemane, qetar, lawik, heyran û heta pir çandên mîna şêwaza zemawenda/daweta bûk û zava , pîroziya rojên Çarşem, Newroz, agirê pîroz, çarşeme sorî/Çarşema Sor, sêzde beder û her wekî din, balkêş in. Bi taybet hemû zaraveyên Kurdî bi şêwaza niha girêdayî ola Zerdeştiyê ye. Dîsan, sofîgerî, Îrfanî, terîqetên Kurdistanê, bi taybet Elewîtî girêdayî vê olê ne.
Di rîtuelên ayînî û mîmariya perestgehê de hûn ji ku sûdê werdigirin, çavkaniyên we çi ne?
Ola Zerdeştî weke tevgereke çandî û civakî ya Kurd e ku xwe li rêxistinên sivil û li navendeke mezin a rêbertiyê de dibîne, di meha sibata 2015´an de bi vegera min ji Ingilistanê ji bo Silêmanî, weke gava yekemîn me dest bi propagendayê kir û niha me xwe bi rêxistin kiriye. Tevgera me ji bo guhartina zihniyet û amurên ramanî ya ferdê Kurd xebatê dike. Pişta xwe dide dîrok û dema bihurî ya gelê Kurd, hemû agahiyên xwe li ser bingeha aqilê mirovê Kurd bi xwe ye. Weke Zerdeştê Mezin dibêjê (bila ji wan kesan bin ku timî cîhan û jiyanê nû dikin). Ji bo wê jî, tevgera me pişta xwe dide ramana neteweyî û dîrokî, tişta ku hatiye hilberandin di encama xebat û têkoşîna berdewam a navenda Zerdeştiyên Kurdistanê de ye û tekane hêz, Komele olî û çanda Kurd e ku li herêmê derketiye. Ev nayê wê watayê ku Zerdeştîtî weke ol bi tevahî heliyabe. Lê bi vê derketina holê, careke din ev ol hatiye zindîkirin û niha gel bi komî berê xwe didin navend û perestgeha Zerdeştî û merasîmên xwe yên Olî pêk tînin û gatayên Zerdeşt hîn dibin û zimanê avestayî û nimêj û wacibên olî fêr dibin. Bi taybetî jî şêwaza nivîsîna "Dîn debîre" ya dema Sasaniyan tê kirin ku tevgera me wer bawer e ku Kurd weke netewe ziman, nivîs û ola taybet bi xwe hebe da ku ev gel pê were naskirin, bi vî rengî jî armanca xwe pêk tîne.
Rewşa cemaeta Zerdeştî li Herêmê û Iraqê çi ye?
Kurd ji şax û çiqilê dara Mug in. Em jî weke Zerdeştiyên Kurdistanê, li gor perspêktivên Zerdeştê Mezin ku di gatayan de hatiye rêbertiya vê olê dike. Ji alî Zerdeştiyên Cihanê û ateşgehên Zerdeştî li cihên din yên cihanê tên qebûlkirin, heta neteweyên Yekbûyî me qebûl dikin û li Hikûmeta Herêmê jî nûnerê me heye û di destûrê Herêmê de weke oleke Kurdî ya resen navê me hatiye bilêvkirin. Perestgeheke ku me li Silêmanî vekiriye bi fermî ji alî Hikûmeta Herêmê tê birêvebirin û bi destê wezîrê karûbarên olî bi merasîmekê hat vekirin û me nivîsa fermîbûna xwe jî daye Hikûmeta Iraqê ku li ser nexşeya "çiwar taq" ya dema Mediyan e û li nexşeya perestgeha li derbendîxanê ye ku hatiye nûjenkirin û em hêvî dikin ku li me vegerînin û ji nû ve jî ava bikin.
Di merasîma olî de û di nava adet û nihêrînên we de hûn sûdê ji perestgehan û ji kîjan endaziyariyê digirin? Çavkaniya we çî ye?
Ayînên Zerdeştî di Avasta de nimêj û cejn, û hemû munasebetên xwe ku berê di nava Kurdan de hebûne û di dema Sasaniyan de hatine pêkanîn, bi tevahî em pêk tînin. Lê hîn jî Agirdana me nîne, ji ber ku hîna jî perestgeheke ku em dixwazin ava bikin heye û ew 12 perestgeh jî ku biryar e werin nûjen kirin û avakirin bi taybetî ya Derbendîxanê, hîna jî Hikûmeta Herêmê ti gaveke ji bo ji nû ve radestkirina me neavêtiye. Ji bo sûd wergirtina ji nexşeyên berê ya bermayên Kurdistanê, weke kopî û hinek jî li gorî binasaziya kevin ya Kurdan biryar e ku ev perestgeh werin avakirin û nimûneyên pir girîng li berdestê me hene.
Niha di asta cîhanê de li ku derê ola Zerdeştî tê pejirandin?
Bawermendên ola Zerdeştî li Hindistan, Îran û Kurdistan hene û di ber de jî hejmara Kurdên ku vê olî dipejirînin bi qasî hejmara Zerdeştiyên cîhanê dibin û roj bi roj jî zêde dibin. Di demêkê de ku Zerdeştiyên neteweyên din ku Fars in, kesên din di nava ola xwe de qebûl nakin, berovajî wan Zerdeştiyên Kurdistanê îdaya cîhanîbûnê dikin.
Di serî de nêzîkatiya gelê Kurd li hemberî we çawa bû? Ji nişka ve ola Zerdeştî careke din derket holê li gel vê yekê helwêsta gel çawa bû?
Gelê Kurd berdewam e bi şêwaza bi hev re jiyana aştî û bê pirsgirêk, di dîrokê de li ser bingeha hezkirina axê, niştiman û netewe hemû diyanet bi hev re jiyane û timî girîngiya xwe parastine û tenê di dema Sasaniyan de 137 ol û mezheb bi hev re bê pirsgirêk jiyane. Niha jî dema Kurd bi destê dagirkeran bi tinebûnê rû bi rû dimînin, me girîng dît ku ola Zerdeştî ji nû ve vejînin û gel bi komî ber bi me ve tên.
Sedem çî ye ku we di nava gel de carêke din ola Zerdeştî aniye rojevê?
Li gorî min pirsgirêke gelê Kurd a çandî û xwenasînî heye. Dîroka gelê Kurd hatiye berovajîkirin û dizîn. Ji ber parçebûnê û xwe bi rêvenebirinê, nekariye xwedî li dîroka xwe derkeve. Ji ber dagirkarî û ferzkirina oleke din li ser wî bi darê zorê û bi şûr, ramanên neteweyî winda kiriye an jî pir qels maye. Ji bo rastkirinê û ji bo ku dîtinên rasyonal, zanistî yên xwe û xwebûnê (felsefeya Zerdeştî) ji xwere bi ke palpişt, rê û amûrê herî baş e ku bikare ber bi cîhanbûnê, zanist û aqil were guhertin. Li aliyê din eger Zerdeşt û berhemên wî ji ser gelê Kurd werin qutkirin, ev ê ziyaneke mezin bide Kurdan û bi hezaran salên din ji dîroka xwe winda bikin, eger Kurd xwedî li Zerdeştî û dîroka wî dernekeve, wê hebûna vê olê bi tevahî nemîne.
Dive Kurd ji bo jiyanê bimirin ne ji bo mirinê bijîn. Nabe ku gelek wer bawer bike ku serî tewandin û kolekirina jinan, rewa ye. Nabe dagirkirin, kolekirin, bindestî, biçûk xistin rewa û normal be. Nabe ku parçebûna Kurdistanê li cem xwediyên wî/wê normal be. Nabe ku yên din xwedî Kurdistanê bin û em jî weke Kurd bin dest bin. Ji ber vê, me Zerdeştîtî zindî kir ji bo ku kerametê li mirovê Kurd vegerîne. Çawa dibe ku neteweyek xwedî împratoriya herî mezin ya ser erdê be, lê li welatî xwe mêvan be? Gund, çandiniya yekemîn û yekem peyv, nivîs, xanî û malkirina ajalan, bironz, hesin, zêr û bendav dîtiye, lê niha xwedî tiştekî nîne û bi navê şeytan, pîs, bê aqil û cinoke werê naskirin? Lê ev tişt bi xwe berpirsyar in, ne dagirker. Hemû neteweyên cîhanê xwedî statû û rêvebiriya xwe ne, lê tenê Kurd ku yek ji gelê herî mezin e bê statû û bê dewlet tê naskirin. Ji ber ku morala ferda/ê/ Kurd ev êş hilberandine, mînaka herî ber bi çav jî li Başûr di salên 80´yî de 360 hezar cerdevanên Kurd hebûn ku li hemberî tenê 5 hezar pêşmerge bûn. Niha jî li bajarên Kurdistanê zêdetirî 5400 mizgeft hene lê yek perestgeha Zerdeştî hatiye vekirin.
Têkiliya we bi Hikûmeta herêmê re çawa ye?
Em li Başûr in, Başûr jî di bin kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye, ew li gorî qanûna hejmara 5´an a sala 2015´an rê bi her kesê/î didin ku ola xwe bişopîne û pêk bîne. Li wezareta Karûbarên olî nûnertiya me heye. Lê dîsa jî pir astengî li pêşiya me danîne û heta niha jî perestgehên me yên Zerdeştiyan, çavkaniyên me nepejirandine û berdewam me dûr dixin û me tînin û dibin. Heta nûnertiyek ji aliyê xwe ve destnîşan kirine û ew nûner Zerdeştî jî nîne. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, em bi wan re guftûgoyên xwe didomînin lê hîn jî encamek nîne. Me çi kiribe, bi hêz û derfetên xwe yên madî û fîzîkî me kiriye.
Gelo di alî fermî de ola Zerdeştî tê naskirin û qebûlkirin?
Di destûra nû de bi fermî ola Zerdeştî tê naskirin lê weke asta olekê, rêbertî û perestgehên wê nayên naskirin û bi bahaneya rewşa aborî ya xerab avakirina perestgehên nû û nûjenkirina perestgehên kevin, ne di rojeva hikûmetê de ne.
Pîvanên vî dînî çi ne di warê civakî de?
Zerdeştê mezin di hemû rawêj û gotinên xwe de ber bi çav israr dike li ser edaleta Civakî. Li gorî me jî Zerdeştî olek e ku nexasim bi ferd û civak, hegemonîk nîne. Dest naxe nava siyaset, karên partiyan, dewlet, rêvebirî û dadgehan, lê îradeya azadiyê hildiberîne ku berpirsiyartiya biryardayîn û hilbijartina azad e; ev jî sekulerbûnek e ku vî dînî ji desthilatê û dadgehan dûr dixe û dest naxe nava azadî, bîr û baweriyên ferd û civakê, zemînê azadiya dinê diafirîne û zarokan ji tepisandin û bi darê zorê ferzkirina olê dûr dixe, jî wê zedetir zarok heta temenê wan dibe 15 salî mafê oldarî nayê dayîn, û piştî vî temenî azad in kîjan diyanetê dipejirînin. Jin û mêr wek hev in û weke mirov li wan dinihêre, ne ku weke cins. Hawîrdorparêz û heywanparêz e. Mirov hînî bextewarî û bi hev re jiyana aştiyane dike û koletiya zihnî û fizîkî red dike. Li gorî ola Zerdeştî divê her mirov xwende û jîr be, axparêz û bihuşta ser erdê pêk bînin û di jiyanê de bê şer û alozî bin. Ola Zerdeştî , timî îsrar li ser aqil, hikmet û zaniyariyê dike, hişyarî û rewşenbîrî li ser statûya azadiya ferd û malbet dike, statûya konfedralîzma demokratîk ji rêvebirina civakê dipejirîne. Wan hîn dike çewa bikarin bi hev re bijîn. Kuştina bi komî ya ajelan û qûrbanî kirina wan, rojîgirtin bi karê xerap dibîne. Hevjînî bi kesên nêz di malbetê de û kuştin bi navê namûs a jinan qedexe ye. Ji bo jin û mêran rêvebiriyeke wekhev dixwaze. Wan hîn dike li hemberî her karekî xerap darek were çandin. Bi raman, gotin û piratîka baş û rêya (Eşa) ya ratiyan fêr dike. Hezkirin û bextewerî di navbera mirovan de ava dike. Zanist û zanyarî ya nû hîn dike. Xwe bipêşxistin û rasyonalîtiyê teşwîq dike û wan ji xurafeyan dûr dixe, ji ber tiştên dûrî zanistê ji aliyê Zerdeştiyê be tên redkirin. Wan hîn dike alîkar û piştevanê hev bin û bi feyde û baş bijîn û ji xerabî û wêrankarî, kîn, nifir, şer dûr bin.
Çi statûya jinê heye di vê olê de?
Ola Zerdeştî asta herî bilind ya aqil û şiyarbûnê ye ku tevahiya hebûnan bi şêwazeke wekhev di jiyan û pêkanînê de li berçav girtiye. Di ola Zerdeştî de li gorî efsaneyan ku aliyekî xwe yê zanistî jî hene û ji ber hebûna axeke munasib ,rojê, av, hewa li ser erdê (nêr û mê ) di bin nave "Eşê" û "Meşê" di şêwaza darêkê de û li kêleka deryayê ji dayîkbûn e. Wê demê ev ti cudahiya van herdû cinsan di dîn de nîne. Jin di ola Zerdeştî de li kêleka mêr, hem padîşah, dozger, rêvebir, karker, suwarçak, karsaz, hevpar, hevjînê mêr e. Ya ku ji bo mêr rewa ye ji bo jinê jî bi heman şêwazî ye. Di xwedî derketin û şahîdiyê de, di mîrasê de hevpar e û di heman asta mêr de ye. Bi tenê di sê cihan de ji mêr zêdetir e, aqilê jinê zêdetir kar dike, dema pîrbûnê de aqilê wî zêdetir dibe. Dayik pîroziya wê di asta pîroziya Axê de ye û tê hezkirin û li gorî olê "ax" çavkaniya jiyan û hebûnê ye û jin jî di heman astê de ye. Xwedî zarokê ye û mêr nikarê xwedî zarokê be. Bi watayeke din mirovayetî mulkê jinê ye û zarok ya dayikê ye. Ji bo mezinahiya jinê, bi rojê, hewa û ax û av tê gotin, "Mê" ji ber ku hemû hebûn ji wê ji dayîk bûne. Em ji bîr nekin ku rojeke taybet ji bo jinan di ola Zerdeştî de heye û di vê rojê de jin ti karî nakin û mêr xizmeta wan dikin.
Hûn zêdetir girîngiyê bi çi didin? Armancên we di zindîkirina ola Zerdeştî de li Kurdistanê çi ne?
Em weke Zerdeştiyan li ser vejîna zihniyeta civaka Kurd israr dikin û hewl didin ku mirovê Kurd xwe dûrî baweriyên xurafe, amûrên ramana mîtolojî û tarîtiyê bigire û aliyê zanistî esas bigire. Xwedî derkevin li dîroka xwe. Em ê piroziya axê vegerînin mîna Dayikê û em ê aştiya di navbera mirovê Kurd, xweza û derdorê de bi tabyetî jî heywan, dar û civakê de pêk bînin. Em dixwazin ku civakeke bê pirsgirêk û li ser bingeha jiyaneke aştiyane ava bikin ku xwedî bihayên mirovane be. Em ê civaka Kurd ber bi zanistperweriyê, dadwerî û dûr ji tepisandinê bibin, gav ber bi aqilekî kamil û gihîştî û paqij bibin. Ji ber ku em wer bawer dikin ku kesekî tendurist malbeteke tendurist ava dike û malbeteke tendrust civakeke tendurist ava dike û civak jî wê partiyên tendurist, yasa û destûreke tendurist, desthilat û rêvebiriyeke tendurist ava dike.
NECÎBE QEREDAXÎ/ÎBRAHÎM BULAK