Girtiyan kovar bi her awayî amade kir, û nivîsên di kovarê de jî bi destan nivîsîn. Kovar piştre li derveyî girtîgehê hate çapkirin. Ev duyemîn hejmara kovarê ye ku der diçe. Di berga hejmara kovarê ya hejmara duyemîn de wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ciwantiyê heye û girtiyê bi navê Mehmet Yildirim ev resm xêz kiriye. Di rûpela kovarê ya dawî de jî wêneyê Şex Saîd û helbestek cih digire. Di kovarê de ferhengeke piçûk a dimilkî-tirkî cih digire.
Kovar ji 40 rupelan pêk tê û 3 meha carekê der diçe. Girtiyan got bi fikra, “ji her demsalekê re kovarek” ew weşana kovara xwe dikin û bi bîr xistin ku her kes dikare ji bo hejmara payîzê nivîsan bişîne.
Girtiyan da zanîn ku kesên dixwazin ji hejmara kovarê ya payîzê re nivîsan bişînin, dikarin li ser navê Mehmet Yildirim û Yoldaş Firat nivîsên xwe bi rêya postê bişînin ji 1’emîn Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Îzmîrê re.
NAVENDA NÛÇEYAN