Di nav vê karwanê de Hevseroka KCK’ê Besê Hozat û endama koseya Serokatiya KCK’ê Sozdar Avesta û endama Kordînsyona YJA’yê Leyla Agirî û endamên rêveberiya KCK’ê Fatma Adir û Berfîn Serhed jî hebû.


Bi sedan wesayîtan ketin re
Cenazeyê şereşgera rojnamevan, Denîz Firat piştî merasîma  leşkerî ji Qendîlê bi rê ket. Gelek rêveberî, fermandar û şervanên azadiyê ji bo cara dawî heta asayîşa PDK bi karwanê cenaze re meşiyan. Di nav vê karwanê de Hevseroka KCK’ê Besê Hozat û endama koseya Serokatiya KCK’ê Sozdar Avesta û endama Kordînsyona YJA’yê Leyla Agirî û endamên rêveberiya KCK’ê Fatma Adir û Berfîn Serhed jî hebû.Bi karwanek ji sedan wesatiytan ber bi Zaxoyê bi rêketin. Karwana ku ji bajarê Diyana, Akrê, Duhokê ve derbas bû û herî dawî jî gihişte Zaxoyê, ji aliyê bi sedan kesî ve hate pêşvazîkirin. Dema karwanê cenaze kete bajarê Duhokê li wir bi sedan wesayît tevlî karwanbûn û ber bi Zaxoyê ve bi rê ketin.

Çalakiya rûniştinê

Karwanê cenaze katjimêr 3 piştî nîvro gihişte bajarê Zaxoyê, deriyê Îbrahîm Xelîl kelecana gel gihişte asta herî jor. Bi sedan kes li çar parçeyên Kurdistanê li ber deriyê sînor cenaze pêşvazî kirin. Gel xwest ku bi wesayîta cenaze re ber bi sînor ve bimeşin lê rastî astengiyên asayîşê hatin. Gel ji bo şermezarkirina vê vê yekê û êrîşên DAİŞ’ê li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê çalakiya rûniştê li darxistin. Gel hêrs û kîna xwe ya li hember dagirkerî û qirkirina li ser  kurdan, anîn ziman.
Gel bi dirûşemyên Şehîd Namirin, tekoşîna Denîz Firat silav  kirin û soza berdewamkirina tekoşîna wê dan. Di dirûşme û axaftinan de girîngiya yêktiya netewî ji bo kurdan bi taybet di demek ewçend hesas de hat ser ziman. Heta ku karwanê cenaze derbasî milê din ê sînor nebû û cenaze radestî malbata Denîz Firat û parlementerên HDP’ê nehat kirin, ji wir neçûn û çalakiya xwe bidawî nekirin. Piştî ku cenaze ji aliyê dayîka wê dayê Sultan, hevseroka Şaredariya Mexmûrê Bermal Colemêrg ve radestî parlementer Selma İrmak û Feysel Sariyidiz hat kirin, gel çalakiya xwe bi dawî kir.
Tekoşera ragihandina azad Denîz Firat ji malbat û rêhevalên xwe re wuha vesiyet kiribû; “Dema şehî bûm min bi cilê min û li bajarê Wanê veşêrin.” Çalakî bi dirûşmeyên;  Şehî Namirin, bijî Seroka APO, Bijî Berxwedana Rojava, Şengal û Mexmûrê bi dawî bû.



DÎLAN UMUD/GELAWÊJ EWRÎN