Li Îndonezyayê li herêma Sulawesî ya Navendî, tîmsehek ev qederê çar salan e, bi tekelekî di stuyê xwe de digere. Ev tîmsehê di Çemê Palu de ji sala 2016´an ve wisa digere. Rayedaran du cara hewl da wî ji vî tekelê lastîkî (muhtemel e yê motoran be) xilas bikin, lê her du caran jî karê xwe nebirin serî. Axir di dawiyê de rayedaran da zanîn ku ew ê xelatê bidin wan kes yan jî saziyan ku vî tîmsehê 4 metroyan dirêj di nava pêşbirkeke vê hefteyê de ji wî tekelî xilas bikin. Ev tîmsehê hanê, ya rastî bextxweş e jî; ji ber ku ew ji erdhej û tsûnamiyeke herêm sala 2018´an wêran kir jî, sax filitî. Heger dîsa şensê wî lêxe û hin kes yan jî sazî wî ji tekel xilas bikin, ew ê ji bilî xwe hinên din jî bi xelatê bextewer bike. Ji bo vê rayedarê saziya dewletê ya parastina çavkaniyan BKSDA´yê, Hasmunî Hasmar da zanîn ku vê hefteyê wan pêşbirkek ji bo xilaskirina tîmsehî ji tekel daye destpêkirin.

 

 JAKARTA