Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelek welatên Ewrupayê grevên birçîbûnê bi biryardarî dewam dikin.

Greva birçîbûnê ya li bajarê Fransa Strasboûrgê ya li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin di roja 48’an de dewam dike. Her roj bi dehan saziyên Ewrûpî, Kurdistanî û Tirkiyeyî li gel rêveberên ji baweriyên cuda tên serdana çalakiyê û destekê didin wan. Doh gelek xebatkarên çapemeniyê û rojnamegera xweser Claîre Gandanger bi çalakgeran re civiyan. Gandanger ê ku herî zêde ji bo malpera nûçeyan a Fransa Rue89 nûçeyan çêdike bi çalakgeran peyivî.

Li aliyê din xwendekarên Fakulteya Zanistên Siyasî (Sciences-Po) bi çalakgeran re civiyan. Xwendekaran ji bo xebatên teza lîsansê ya “Di Kurdan re çanda berxwedan û mîlîtaniyê” bi çalakger akademîsyen Kardo Bokanî û rojnameger Gulistan Îke re hevdîtin (raportaj) kirin.

Her wiha doh bi dehan Kurdistaniyên ji bajarên Elmanya Goggîngek, Darmstadt, bajarê Fransa Marsîlya, bajarê Hollanda Den Haag û ji bajarê Strasboûrg û derdora wê serdana çalakgeran kirin.

Rewşa Yuksel Koç giran bû

   

Ji berxwêderan rewşa tenduristiyê ya Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç doh giran bû. Li ser giranbûna rewşa Yuksek Koç bang li ambûlansê hate kirin. Paşê Yuksel Koç birin nexweşxaneyê lê Yuksel Koç di nexweşxaneyê de dermankirina doxtoran qebûl nekir. Dr. Fahrettîn Gulşen i ser rewşa Koç got, Koç bêhal e, her wiha êşekî mezin di sing û zikê wî de heye.

Beriya çend rojan jî ji çalakgeran rewşa Keram Solhan giran bû û ji bo teşhîsê rakirin nexweşxaneyê. Solhan ji ber ku tedawî qebûl nekir dîsan hate cihê çalakiyê.

Berxwedana me mezin e

Kurdistaniyê bi navê Îmam Şîş ê li Gallerê di greva birçîbûnê de ye. Şîş li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Newportê yê Gallerê serdana Kurdistaniyan qebûl dike.Ji Galler û gelek bajarên cuda yên Îngilîstanê mirov serdana Şîş dikin. Şîş Liser aramanca îçalakiya xwe axivî û got,Emê berdêl dane pêş çavên xwe û emê teqez bi ser bikevin.Di rewşeke wiha de ku metirsî û êriş ewqasî mezin in û tecrîdkirina Rêber Apo hatiye girankirin, nabe ku mirov mîna ku her tişt asayî ye jiyana xwe bidomînin. Gelo em çawa dikarin vê bêrûmetiyê qebûl bikin? Na, em ê vê bêrûmetiyê qebûl nekin. Daxwaza me civakî ye, daxwaza me mafdar e, daxwaz bi milyonan mirovî ye. Ji ber vê yekê îdîaya me mezin e, berxwedana me mezin e û em ê bi ser bikevin.”

Heta faşîzm bişkê

Li Rûsyayê Kurdistaniyên li Novoalaksendrovskiyê jî,bi heman armancê di greva birçîbûnê de ne. Çalakî ji aliyê Otonomiya Çanda Kurd a Novoalaksendrovskî û Meclîsa Jinê ve tê organîzekirin. Hevserokê Otonomiyê Huseyîn Ahmedov bi navê çalakgeran axivî û got, “Gelê Kurd wê bi têkoşîna xwe Rêberê xwe azad bike.”

 

NAVENDANÛÇEYAN