Bi hezaran kesî cenazeyên 10 şervanên YPG´ê, Asayîş û Artêşa Şoreşgeran ên di berxwedana Şêx Meqsûd de jiyana xwe ji dest dan, li Efrînê spartin axê.
Cenazeyên şervanên YPG’ê Umer Baqî Xidro (Şoreş Kobanê) ku di 6’ê Nîsanê de, Reşîd Çolak (Egîd Çiya), Hakan Olmez (Harun Rojhat) ku di 7’ê Nîsanê de, Silêman Heco, Reşîd Reşo (Şahîn) ku di 8’ê Nîsanê de, endamê Asayîşê Ehmed Reşîd (Ehmed), Xelîl Mislim ku di 7’ê Nîsanê de, şervanên Ceyş El-Siwar Yusuf Nurî Kiya (Ebû Nur), Etun Îsmaîl (Şoreş) û Ehmed Ebdo ku di 7’ê Nîsanê de li Şêxmeqsud jiyana xwe ji dest dabûn, li Efrînê hatin definkirin.
Merasîmeke girseyî hate lidarxistin
Bi hezaran kesî ku rayedarên Rêveberiya Xweser û saziyên civakî yên sivîl jî di navê de bûn, canezeyên şervanan ji nexweşxaneya Afrîn a Efrînê wergirtin û birin stadyûma Efrînê. li vir merasîm hate lidarxistin. Di destpêkê de şervanên Erka xweparastinê merasîma leşkerî li dar xistin û paşê Cîgira Seroka Desteya Parastinê ya Kantona Efrînê Dicle Husên axivî û bal kişand ser rola pekrewanên ku di parastina herêmê de jiyana xwe ji dest dayî û destnîşan kir ku bi saya têkoşîna pakrewanan gelê herêmê bi aramî jiyan dikin.
Di dewama merasîmê de yek ji fermadarên Artêşa Şoreşgeran Ebû Stêf axivî û soza tolhildana cangoriyan da û got: “Şehadeta hevalên me, vîna me xurtir kiriye. Armanca me ew e ku em bigihêjin Sûriyeya azad a demokratîk ku cihê komên çete tê de nîne. Em di merasîma şehîdan de ji wan re dibêjin, bila vegerin ser hişê xwe û êrişên xwe yên li dijî gelê me bidin rawestandin û bila pê zanibin bê ka li gel kê ne û şerê kê dikin.”
Di merasîmê de her wiha Hevserokê Meclîsa Rêveber ê Kantona Efrînê Osman Şêx Îsa axivî û bal kişand ser girîngiya dilsoziya bi cangoriyan re û got: “Welatên mezin çavên xwe ji rewşa li Şêx Meqsûd digirin û naxwazin rastiyan bibînin.”
Nasnameyên wan radestî malbatan hatin kirin
Piştî ku axaftin bi dawî bûn, nasnameya 10 şervanan ji aliyê mamosteya Zimanê Kurdî Nergiz Ebgo û Mîdya Henan ve hate xwendin û radestî Saziya Malbatên Şehîdan hatin kirin.
Girseya ku bênavber diruşme gotin, cenazeyên şervanan birin goristana Şehîd Seyîdo ya li gundê Kefer Seferê ya Cindirêsê û Goristana Şehîda Refîq ya li gundê Metîna ya Navçeya Şera.
Cenazeyên 4 şervanan (Harûn Rojhat, Egîd Çiya, Şoreş Kobanê) li goristana Şehîd Seydo hatin definkirin.
Cenazeyên 6 şervanan (Silêman Heco, Xelîl Muslim, Ehmed Reşîd, Yûsif Nûrî, Şoreş û ehemed Ebdo) li Goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna spartin axê.
ANHA/EFRÎN
Li Girkê Legê bîranîn
Saziya Malbatên Şehîdan a Girkê Legê, 52 pakrewanên ku di mehên Çile, Sibat û Adar ên borî de jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmekê bibîr anîn.
Piştî rêzgirtinê, ji rêvebirên Saziya Malbatên Şehîdan Qeregîtan Mihemed axivî û got: “Bi saya xwîna van şahîdên ku ji bo jiyana azad û rûmeta gelê xwe jiyana xwe ji dest dan, pirr destkeftî bidest xistin”.
Paşê Endama Fermandariya YPG’ê Şîndar Amara axivî û tevahiya malbatên şehîdan silav kirin û soza şopandina riya têkoşeran nû kir. Piştî axaftinan, sînevizyonek li ser kurtejiyana pakrewanan, hat pêşandan. Di dawiya merasîmê de, saziyê hin tabloyên bîranînê ku wêneyên hemû cangoriyan li ser hebûn, diyarî malbatên têkoşeran kir.
GIRKÊ LEGÊ