Ji ber vîrûsa korona hejmara kêsên ku jiyana xwe ji dest dan bû 425. Herwiha hejmara kesên ku jê bi bandor bûne 20 hezar û 438 in.
Televîzyona fermî ya Çînê doh ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 64 welatiyên din ên Çînê ji ber vîrûsa korona jiyana xwe ji dest dane. Di nava 24 saetan de 2 hezar û 345 kes jî jê bondor bûne.
Li gelemperiya cîhanê gelek welatan deriyê xwe li veguhastina komî ya ji Çînê girtin. DYE, Awûstralya, Zelanda Nû, Iraq û Îsraîlê deriyên xwe li mirovên ji Çînê tên girtin. Mogolistan, Rûsya, Nepalê jî sînorên xwe yên bi Çînê re girtin. Papûa Nû Gîne jî ji roja çarşemê ve deriyên xwe li Çînê girtiye. Fîlîpînê jî ku kesekî jiyana xwe ji dest da deriyên xwe hemû li rêwiyên ji Çînê girt. Brîtanya, Rûsya û Swêdê jî ragihandin ku dawiya hefteyê hin kes bi vîrûsê ketine. Îtalya û Cezayîr ji bo welatiyên xwe yên li Çînê bînin dixebitin.
NAVENDA NÛÇEYAN