Li Çînê ji ber vîrusa korona hêjmara kêsên ku jiyana xwe ji dest dan bû 132. Hat ragihandin hêjmara kesên ku jê bi bandor bûne derket 5 hezar 974’an.
Vîrusa korona ya ku ji bajarê Vûhan yê Çînê derket holê her diçe berbelav dibe. Li gorî daxuyaniya Komîsyona Tenduristiya Neteweyî ya Çînê ji derveyî Herêma Tîbetê ya Xweser li gelemperiya welat heta niha 132 kes ji ber vîrusê mirine. Ji nexweşan rewşa 239 kesan giran e. Ji ber berbelavbûna vîrûsê ji 22’yê mehê û vir de li 17 bajar û navçeyên girêdayî eyaleta Hûbeî çûn û hatina pêkveyî hatiye rawestandin.
NAVENDA NÛÇEYAN