Ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îtalya, Awusturya û Fransayê çalakî hatin lidarxistin.  Li bajarên Grossetto û Bolzano yên Îtalyayê bi sedan kesî ji bo Ocalan çalakî li dar xist.

Li Grosseto ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate lidarxistin. Meşê şemiyê seat 15:00’an li pêşiya gara trenê ya Grosseto dest pê kir, piştî ku dosya pêşkêşî Walitiyê hate kirin jî heta bi şaredariya bajêr dewam kir. Bêhtirî 200 kesî beşdarî meşê bûn û çalakî bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.


Viva Kurdistan

Li bajarê Bolzano jî bi daxwaza azadiya Ocalan û eşkerekirina rewşa ewlehî  tenduristiya wî meşek hate lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan yên Îtalî li parka Stasyona Bolzano civiyan. Wan diyar kir ku ev zêdetirî salekê ye ji Ocalan ti agahî nayê girtin û tecrîdkirina wî şermezar kirin.

Meş li pêşiya şaredariya bajêr bi dawî bû, beşdaran timî dirûşmeyên ‘Viva Ocalan (Bijî Ocalan)’, ‘Viva Kurdistan (Bijî Kurdistan)’ û ‘Terorîst Erdogan’ gotin.


Bila heyetek biçe Îmralî 

Li bajarê Fransayê Marsîlyayê ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan, Ciwanên Azad mîtîngek li dar xist.

Di çalakiyê de Firat Sevînç li ser navê Ciwanên Azad ên Marsîlyayê axivî û banga tevlîbûna pêngava ‘Serî Hilde’ li hemû ciwanan kir.

Di çalakiyê li navenda bajêr de ciwanan bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ gotin û daxwaz kirin ku bi lez heyetek biçe serdana Ocalan.

Li keviya paytexta Fransa Parîsê, Villiers Le Belê jî Kurdistaniyan ji bo balê bikşînin ser tecrîdkirina Ocalan meşek li dar xist.

Bi pêşengiya Meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ya Villiers Le Belê, Kurdistanî li pêşiya gara bajêr civiyan, pankarta li ser nivîsandî ‘Ji Ocalan re azadî’ hilgirtin û bi gotina dirûşmeyên ‘Bê Serok jiyan na be’ meşiyan.

Li pêşiya avahiya NCDK’ê, hevserokê meclîsa NCDK´ya Villiers Le Belê, Şiyar Şemsûr got; “Heta ku em agahiyekê ji Rêbertiya xwe negirin, çalakiyên me wê her roj bidomin.”



Beşdarî çalakiyan bibin

Li paytexta Awusturyayê Viyanayê jî ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê anîn, Komeleya Avesta ya Jinê bi şîara ‘Azadiya Rêbertiya me, azadiya me ye’ mîtîngek li dar xist.

Di mîtînga li navenda Chrîstîan Broda Platz de posterên Ocalan hatin hilgirtin û gel elaqeyeke mezin nîşanî mîtîngê da.

Di mîtîngê de li ser pêvoja dawî ya siyasî û tecrîdkirina Ocalan, axaftin hatin kirin. Her wiha hat gotin, “heta Rêber Apo azad nebe, çalakî wê bidomin” û banga beşdarbûna çalakiyan li xelkê hat kirin.


NAVENDA NÛÇEYAN




Heta heyet biçe Îmraliyê



Çalakiya rûniştinê ya li ber Konseya Ewrûpa û CPT’yê ku ji bo tenduristî û ewlehiya Abdullah Ocalan dest pê kir, di roja xwe ya 29’an de ye. Vê hefteyê bi komeke ji 40 kesan a Kurdên ji Rojhilat, çalakiyê dewam kir. 

Çalakiya Rûniştinê ya ku li Strasbourgê ji bo tenduristî û ewlehiya Ocalan li ber Konseya Ewrûpa (KE) û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) 23’ê Cotmehê bi daxuyaniya çapemeniyê ya 63 saziyan dest pê kiribû, îro di roja xwe ya 29’an de ye. Li gel şertên zivistanê û hewaya cemidî jî Kurd çalakiya xwe dewam dikin û bi her derfet û delîveyê, bang li CPT´yê dikin ku bi peywira xwe rabe.

Kurdan ji bo azadiya Ocalan dirûşm gotin, tecrîdkirina Ocalan şermezar kir û her wiha ji ber bêdendiya dewletên Ewrûpayê jî ew şermezar kirin. Di nava koma ji 40 kesî a Rojhilatiyan de endamên KODAR, PJAK û Platforma Zagrosê jî hebûn. 

Hunermendên Komîsyona Çandê ya Rojhilat jî konseke piçûk da beşdarên çalakiyê.


‘Serok Apo hêviya mirovahiyê ye’

Kurdên Rojhilat diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû mirovahiyê xwedî felsefeyekê ye û xwestin ku demildest azad dibe.

Hunermend Celal Dalawû got, Ocalan hêviya Kurdan e û wiha dewam kir: "Serok Apo ne tenê ji bo Kurdan lê ji bo hemû mirovahiyê hêvî ye. Ji bo vê ye ku dewleta Tirk ev 18 sal in tecrîdê li ser datîne. Peywira me Kurdan ew e ku em li dij vê derkevin. Ji ber ku Rêber Apo hêviya hemû azadîxwazan e. Armanca me ew e ku em jê agahdar bibin lê armanca me ya sereke azadiya Serok Apo ye."

Dalawû got heta ku CPT biçe girava Îmraliyê, ew ê çalakiya xwe bidomînin.

Menûşah Rojhilatî jî diyar kir ku ew ji Ocalan agahdar nînin û got, "Ev 2 sal in me ji Serokatiyê agahî nestandine. Ciwan, kalûpîr, em giş li vir in û dixwazin di zûtirîn demê de ji Serok Apo agahiyê bistînin."

Jala Mihemed jî diyar kir ku dewletên herêmê li ser Kurdan zextan dikin û got, "Em van kirinan şermezar dikin. Ev 2 sal in em jê ne agahar in û dixwazin agahdar bin. Em ji çar parçeyên Kurdistanê mirov ji bo ku em daxwaza xwe bigihînin CPT û KE´yê li vir in."