Şehîda Neteweyî ye
Endama RJAK'e Tara Qadîr jî li ser kesayet û çalakiya ku bandora xwe li ser jinên Herêma Federal a Kurdistan û çar beşên Kurdistanê kiriye axivî û wiha pêde çû:"Bi dehan jinên wekî min piştî şehadeta heval Viyan ev têkoşîn, felsefe, bîr û bawerî û îdeolojî nas kir. Wek jin, wek têkoşêreke azadiyê em heval Viyan şehîdeke neteweyî dibînin. Şehîd Viyan, Aram, Leyla Qasim û bi dehan wek van şehîdan pêwîst e em wek şehîdên neteweyî bîbinin." Piştî semînerê gora Viyan Soran hat ziyaretkirin. Li goristanê peyama RJAK'ê hat xwendin û bi dirûşmayên "Şehîd namirin, Jiyan Viyan e" merasîm bi dawî bû.
Duhokî jî Viyanê bibîranîn
Endama YJA-Starê Vîyan Soran ku 8 sal berê, çalakiya fedayane lidarxist li Duhokê hat bîranin. Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK), bi boneya bîranina Viyan Soran bibîr bînin li Duhokê bernaeyek pêk anîn. Endama RJAK'ê Newroz Ceren, diyar kir ku Soran bi boneya komploya li dijî Ocalan pêk tê şermezar bike û balê bikşîne ser kompoyê ev çalaki pêk anî. Ceren, da zanîn ku Soran ji bo gelê xwe xwe veda kir. Rêveberê PÇDK'ê yê Duhokê Îbrahim Oramarî jî anî ziman ku gelê kurd êdî li hemberî hemû hêzan xwe bi rêxistin kiriye û tu hêz nikare vîna gelê kurd têkbibe.
DÎHA/SILÊMANIYE/DUHOK