Tevgera Jinên Azad ên Başûrê Kurdistan û Komîtêya Şehîdan a KCK’ê, ji bo bîranîna Leyla Walî Hesên bi navê kod “Vîyan Soran” ku di 2’ê Sibata 2006’a de bo şermezarkirina komploya navnetewî li Heftanînê bedena xwe dabû ber agir, ligel 5 hevalên wê yên ji Hewlêrê, ku di demên cûda de nav rêfên gerîlayên PKK’ê de jiyana xwe dest dabûn çalakîyekê bîranînê li dar xistin.
Çalakîya ku li Sentêrê Ala hate lidarxistin gelek kes beşdar bûn. Hola ku bîranîn têde hate lidarxistin bi postêrên Rebêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Vîyan Soran, hevalên wê yên yên tekoşînê yên bi navê Vîyan Sûleyman bi navê kod “Hîran Gêjbin”, Finik Elî Ezîz bi navê kod “Armanc”, Abbas Mehemed Hesen bi navê kod “Brûsk”, Xalit Xecî Mehmed bi navê kod “Sîpan” û Adil Mevlûd Hûseyînê ku bi navê kod “Welat” hate xemilandin. 

‘Şehîdên me rêya azadiyê vekirin’

Di kesayêta wan her şêş tekoşerane de, ji bo bîranîna şehîden şorêşa neteweya Kurdistan find hatin vêxistin û deqeyêk rez hate girtin. Drûşmêyen “Şehîd Namirin”, “Ey şehîd rêya te rêya me ye” û “Bijî Serok Apo” hatin qêrîn. Piştî rezgirtinê, li ser ser navê Tevgera Jinên Azad a Başûrê Kurdistan peyamek a bîranînê hate xwendin. Di peyamê de hate diyarkirin ku Vîyan Soran û hevalên wê bi tekoşîna xwe rêyek li pêşîya gelê Kurd û bi taybêtî jî jinên Kurd hatîye vekirîn.
Di peyamê de wiha hate gotin. “Şehîdên me li dijî komploya navnêtewî ya dijî Rebêr Apo hat kirin helwesta xwe nîşan dan. Bi bedena xwe peyamek dan dijmin. Gelek hevalên me yên wêk Şêhîd Vîyan, bi çalakîyen cûr be cûr peyama xurtkirina tekoşîne dane cîhanê. Bi çalakîyen xwe pêşîya tekoşîna azadîya Kurdistan vekirine û bang li hemû tgelê me bi taybetî jî jinan kirine ku bo rizgarîya xwe tekoşîn bikin û dora Rebêr Apo bibin xelekên azadîye. Em jî wek tevgera jin soza xwe dubare dikin ku em ê ala tekoşînê ku şehîdên xwe bi xwîna xwe anîn wê rojê em ê he bilindtir bikin”
Piştî peyama Tevgera Jinên Azad ên başûrê Kurdistan, peyamên KCK û namêya Vîyan Soran hat xwendin. Der barê jiyana her şeş mîlîtanên PKK’ê de agahî hatin dayîn. Piştî daxûyanîyan Hûnermend Îmbad derket ser dikê û stranên xwe yên bo şêhîden şorêşê de peşkêşê kesên ku beşdarî çalakîyê bûne kir. Pîştî stranên Îmad komên Navênda Çanda Dîcleyê ya Herêma Kurdistan derket ser dikê. Çalakîya bîranînê bi dirûşmêyen “Bijî Serok Apo” û “Şêhid namirin” bi dawî bû.

ANF/HEWLÊR