
Sarbûyîna hewayê, mizgîniya hatina zivistanê bû. Demek dirêj bû çûkan koç kiribû. Em ketibûn nav bendewariyê. Hem derûniya me hem jî mangayên me ji bo zivistanê amade bûn.
Ji bo gerîlayên nû yên ku dê yekem car zivistanê li çiyayên Kurdistanê bijiyana, ev coş hîn cudatir bû. Gerîlayên azadiyê seherê zû şiyar dibûn. Ji bo pêkanîna karên rojane deriyên mangayên xwe didan kêlekekê. Perdeyeke spî her derê radipêça. Min çavên xwe girt û careke din vekir. Oy! Çiyayê Şekîf, cilê te yê spî ku bi tîrejîn rojê yên zer dans dikin û heybeta te zêde bûye, çiqas li te tê. Pir zor nebû mirov fêm bike ya ku li lûtkeyên wê nahêle bicemide germahiya dilê gerîla ye. Hemû şaxên darên bêpel ên li derdora min, bi hinek berfê spî dikirin. Ew jî wekî ku halê wan nexweş be, nedixuyan. Gerîla, şervanên azadiya jiyanê. Ango yên ku êşa gelê xwe nadehînin (sîndîrmeyen) ên ku ew jî wekî Yilmaz Guney, dibêjin “Ger li wî aliyê cîhanê jî kesekê ku em nas nekin, xwîn jê bê, dilê me diêşe.” Ên soz dane rojê. Keçên rojê.
Li cem wan ne xwezaya ku pê re bûne yek, ne jî yên nû tevli bûne, dicemide. Ew çend germ e kena wan. Ew berf û kulîlk dibiriqînin her alî…Îcar de were bicemide, de were zoriyê bikişîne, de were ji bilî heyranbûnê, tişteke din an jî tirsê hîs bike ji vê spiya ku nîşaneya pakiyê ye… Di rojên, payîzê de jî behsa biharê kiribû û dabû xuyakirin ku em her rojê zêdetir nêzî azadiyê dibin. Vê hêviyê gihanibû lûtkeyên herî bilind. Gerîla jî hîn bêtir ketibûn ferqa wê ku her demsalê, bi her guleya direşînin hîna wan nêzî azadiyê dike, ji bindestî û dagirkeriyê rizgar dibin… Ev hemû û piştre jî berfa ku barîbû, kulîlk dianîn bîra mirov. Dibe ku hûn bibêjin tu pêwendiya wan bi hev re tune ye. Ez behsa berfînan dikim. Her wiha min di helbestekê de xwendibû “berfîn dibe evîndarê asoyê, bejna xwe ya narîn ji bin berfê derdixîne. Ger bi qasî berfînê wêrekiya te tunebe, di zivistanê de evîndar nebe.”
Lê gerîla di rojeke zivistanê de bûn û evîndar bûn. Evîna wan şerê li dijî zilmê bû. Dirûşm li dijî copan, ronî li dijî siyê bû. Ew wêrek bûn, ji ber wê jî karîbûn evîndar bibin. Her yek ji wan berfînek bû. Bi qasî wê wêrek, bi qasî wê narîn, bi qasî wê xweşik û wekî libên berfê jî diçirisîn… Hîna 3 meh heye ku berf ji bo demekê me biterikîne. Em li derdora sobê rûdinên. Li ser tayê ku bi jorî sobê ve, qahîm hatiye girêdan, goreyên şil li benda zuhabûnê ne. Ji zimanan sohbetên xweşik, bîranîn û xeyalên der barê pêşerojê de, diherikin.
Wekî din çaydan ji teniya sobeyê xilas bûye, bi navê xwe yê berê ‘Reşo’ û navê xwe yê niha ‘Spî.’ Di nava lîsteya jênevegeran de di serî de cih digire. Di hewaya sar de, tama çaya ku mirov gûzan hûr dike û davêje nav pir cuda ye. Em hêvî dikin hewaya ku ji demên borî kêmtir sar e, zirarê nede kesek. Nebe sedema êşê. Tê zanîn li her derê cîhanê car caran derfet zehmet dibin.
Lê gulên çiya di kêleka vê de tiştek din jî dizanin; şert û merc çendî zor bin, hêzek heye ku dikare xwe li dijî her cur şert û mercan ragire û li ciheke nêzî bilindahiyên xwedawendan e. Ev hêz e, belkî jî wekî Ehmed Telî behs dike “Seruvenkarê herî dawiyê” ye, kî dizane. Lê diyar e navê vê seruvenê jî gerîlatiya li Mezopotamyayê ye…
ZÎN EVÎNAWELAT