
Volkana Etna ya li grava Sîcîlyaya Îtalyayê ku di dawiya Sibatê de çalak bûbû pêr careke din teqiya. Ekîba BBC ya li herêmê derbarê volkanê de li herêmê xebat dimaşandin jê bandor bû û xebatên BBC jî di nav de bi giştî 10 kes birîndar bûn. Ji ekîba BBC nuçegihana zanistiyê Rebecca Marelle ragihandin ku bi teqîna dijwar re di bin barana lat, agir û ava kelî de ji herêmê dur ketine û ji çiyê xwe berdana xwar. Herêma teqîn pêk hat 2700 metro bilind e û mîna herêma “alarmê ya sez“ hatiye îlankirin û tenê bi beşdariya pisporan mirov dikarin biçin wir.
Lêkolînerê Enstîtûya Zanistiya Volakan û Jiofizîkê ya Netewî Borîs Bahncke diyar kir ku di encama temasa lav ê ji volkanê pijîqîne bi berfê re teqîn pêk hatiye. n SICÎLYA