Hejmara mirovên ji ber teqîna çiyayê agirî ango volkana Fuego li Guatemalayê jiyana xwe ji dest dayî bû 69 kes. Tê gotin, lavên volkanê tesîr li 1.8 milyon kesî kiriye. Volkana Fuego (Agir) bi 35 kîlometreyan li başûrê rojava yê paytexta welêt a bi heman navî Guatemalayê ye. Volkana ku 3763 metre bilind e, roja Yekşemê teqiya. Ji ber teqîna volkanê, 4.500 kesên li gundên li quntara çiyê ji herêmê hatin derxistin. Lav û xweliya piştî teqînê ji devê volkanê fûriyan, li qadeke berfireh belav bûn. Rayedarên tenduristiyê ragihandin ku heta niha 69 kes mirine û nasnameya 17´an ji wan zelal bûye. Tê gotin, dibe ku bîlanço girantir bibe. Gelek kes hîna jî winda ne. Volkana Fuego, çileyê 2018’an jî teqiyabû. Berê jî, di Îlona 2012’an de teqiyabû û 10 hezar kesên li aliyê başûr ê çiyê ji gundan hatibûn derxistin. Li Guatemalayê du volkanên din ên aktîf hene. Yek ji wan Santiaguito ye, ya din jî Paca ye ku bi 20 kîlometreyan li başûrê paytextê ye. GUATEMALA