Rêveberê şirketa dêw a Elman a çêkirina erebeyan Volkswagenê (VW) Herbert Diess, ji bo çêkirina fabrîkayeke şirketê li Tirkiyeyê li aliyekî got, “Heta ku mirov bên kuştin em ê li ber meydana şerî hîm daneynin”, li aliyê din jî ji xwe re fitû çêkirin ka çima ew dikarin fabrîkayekê çêkin. Xulaseya meselê ew e ku VW di navbera kara xwe ya madî û wê zextê de ku wicdanê raya giştî lê dike, maye, çawa ku di navbera Xelîl û Celîl de mabe.
Şirketê berê biryar dabû li bajarê Tirkiyeyê Manisayê fabrîkayê ava bike. Bi dagirkeriya qirker a dewleta Tirk a li dijî Rojava re raya giştî û nexasim nûnerên karkerên VW zext li şirketê kirin û wê jî pêşî da zanîn ku ew ê biryara xwe betal bike, lê niha jî da zanîn ku wê biryar daye paş. Beriya vê weke alternatîfa Tirkiyeyê behsa Bulxaristan û Yewnanistanê hatibû kirin.
Gelek name jê re diçin
Herbert Diess bi xwe di nivîseke xwe de dibêje, gelek name jê re çûne li ser meselê û dibêje, Tirkiye ji ber bazara xwe pîşesaziya xwe ji bo VW´yê bêhtir bi kar e, lê ji ber rûdanên dawî wan biryar daye ku avakirina fabrîkayê bipaşve bixin.
Wî got, ew nikarin tenê bi berjewendî û kara madî biryarê bidin û ev gotinên hanê bi kar anîn: “Heta ku mirov bên kuştin em ê li ber meydana şerî hîm daneynin.”
Li aliyê din jî wî argumanek jî xiste nava minaqeşeyê ku bi kêra avakirina fabrîkayê li Tirkiyeyê bê: “Armanca navendeke hilberînaerebeyan ne misogerkirina hebûna hikûmetekê ye.
Navendên hilberînê jiyana bi hezaran kesî misoger dike. Hêviya van mirovan ew e ku hêviyên wan veneguherin lîstikeke çalakiyên siyasî”.
Yanî erê naya VW´yê eşkere xuya ye, lê ka wê ber bi ku ve biçe, em ê paşê bibînin.
NAVENDA NÛÇEYAN