
Parlamentera HDP´ê ya Şirnexê Aycan Îrmez got, çûna navenda Şirnexê ji çûna welatekî dî zehmetir e û rewşa niha ji ya salên 90’î gelek wêdetir, xirab e. Îrmez wekî din got, salên 90’î evder weke ‘’Komara Cizîrê’’ dihate binavkirin. Ji ber ku polîtîkayên ewlekariyê pirr zêde hene. Niha jî jê girantir in.
Îrmez bi bîr xist ku ji sedî 60 ê bajêr hatiye xirakirin û wiha peyivî: "Ez li gel ku Şirnexî me jî weke ku qet mal li wir nebûne, weke ku hîç bîranînên min li wir çênebûne. Çi tiştê têkildarî rabihuriyê ye, dixwazin kavil bikin, bişewitînin."
Eskeran dest danî ser alîkariyên insanî
Îrmez diyar kir ku li Şirnexê hê jî pirsigirêka bicihbûna gel heye, hilweşîn pirr zêde ye, gel hewl dide ku bi serê xwe were û wiha dewam kir: "Xaniyên ji bo kirê jî peyde nabin. Dibe ku jiyana xwe ya berê nebînin lê dixwazin li ser xaka xwe bimînin. Ji bo ku têkberên wan jî hatine xespkirin li hin malan tenê merşek heye. Pêdivî nayên dabînkirin.
Alîkarî têne astengkirin. Komele hatin girtin. Em dixwazin alîkariyê bikin, lê Walîtiya Şirnexê asteng dike. Beriya bi 2 hefteyan li Kuççatiyê leşkeran dest danî malzemeyên alîkariyê. Kesê ji alîkariyan berpirs ê li wir jî hate binçavkirin. Pêşiya alîkariya insanî digirin. Di vê mijarê de me telefonî Walî kir, bersiv neda."
‘Niha dora me ye’
Aycan Îrmez ji bo elaqedarbûna bi gel re û ji bo alîkariya bi Şirnexiyan re jî got: "Divê werin barbariya qewimî bibînin. Divê mirov guhê xwe bide gel. Divê xwedîlêderketin çêbe, destek dewam bikin û dorpêç rabe. Şerê herî giran li herêma Şirnexê qewimî. Xelkê terka xaka xwe neda û li ber xwe da. Niha êdî dora me ye, divê em destekê bidinê."