
Erdhejzedeya bi navê Aynur Yeşîm, diyar kir ku piştî polîsan wext da wan da ku konteyneran vala bikin her roj maşîneyên polîsan bi sîrenan wan ditirsînin û got ku cihekî biçinê nîn e. Yeşîm axaftina xwe wiha domand, "Di van konteyneran de heywan jî nikarin bijîn. Av û elektrîk nîn e. Em nikarin pêdiviyên xwe yên paqijiyê jî bi cih bînin. Em di rewşeke zehmet de ne."
'Rewşa zarokan giran e'
Şahsenem Çeker jî da xuyakirin ku nikarin di konteyneran de sobeyan pêxin û ji ber elektrîk jî nîn e nikarin sobeyên elektrîkê jî bi kar bînin. Çeker, zehmetiyên ku pêre rû bi rû dimînin bi van hevokan anî ziman: "Çend roj in nefesa me qeşa digire. Em zarokên xwe li betaniyan dipêçin û bi nefesa xwe wan germ dikin. Me hemûyan serma girt, em nexweşin. Derfetên me nîn in, em biçin doktor û xaniyan bigirin. Min zaroka xwe bi sezaryanê anî dinyayê û ji ber şert û mercên vir min enfeksiyon girt."
'Ez şerm dikim biçim cem xizmên xwe'
Erdhejzedeya bi navê Emîne Îşleyen jî da xuyakirin ku di dilê wê de pirsgirêk heye û divê timî tedawî bibîne. Îşleyen ku bi 2 zarokên xwe ve nêzî 3 salan e di konteyneran de dimînin wiha got, "Carinan dinya ev qasî dicemide ku mirov nikare îdare bike. Bi şerm û fedî ez diçim cem xizmên xwe. Tu derfetên me nîn in em xaniyan jî bigirin."
Mecbûre Gun jî got, "Piraniya zarokên me nexweşin. Tiştên em li vir pêre rû bi rû dimînin girîngiya ku didin jinê dide xuyakirin." Gun diyar kir ku Parlamenterê AKP'ê yê Wanê Fatih Çîftçî bi sozên sexte wan mijûl dike û ji ber vê jî nikarin çareseriyekê ji pirsgirêkên xwe re bibînin."
Erdhejzedeya dayika 9 zarokan Siyaset Demîr jî anî ziman ku ji ber bi rojane elektrîk û ava wan nîn e kincên wan li ser hev kom bûne û wiha dewam kir, "Zarokên min ji serma diricifin. Em di nav bêçaretiyê de ne û em nizanin emê çi bikin. Heke tiştek bi min û zarokên min bê berpirsiyar rayedar û dewlet e."
DÎHA/WAN