Bi hezaran welatiyên Wanê ji bo tevlî mîtînga “Wîcdan û Edaletê” bibin ber bi Parka Aştiyê ya Mûsa Anter ve çûn. 

Rêxistina HDP’ê ya Wanê, bi şîara “Em ranewestin, rawestînin” Li Parka Aştiyê ya Musa Anter mîtinga “Wîcdan û Edaletê” pêk anî. Mîtînga li Parka Musa Anter bi tevlîbûna hezaran Waniyî dest pê kir. Bi hezaran kes ji bo tevlî mîtîngê bibin, berê xwe da Parka Aştiyê ya Mûsa Anter. Tevî ku polîsan dor li meydana mîtîngê girt jî gel ji bendan bihurî û çû meydanê.  

Li meydana mîtîngê ciwan, kal û pîr, jin û mêrên Wanê bi rengê û dengê xwe amade bûn. Alên HDP’ê û pankartên “Panjehra faşîzmê cesaret e. Em bi wêrekî bên cem hev û hêviyê mezin bikin.” Bi hezaran welatiyên ji taxa Xaçort, Yalimerez, Suphan, Sihke kom bûyî jî berê xwe dan taxê. Kêliya ku nûçeya me dihat amadekirin, li meydanê Koma Rojarya stran digotin. Li meydana mîtîngê bê navber siloganên “Wîcdan edalet, û demokrasî”, “Jin jiyan azadî” dihatin gotin. 


 MA/WAN