Wan li zarokan xist qeymeqamê wan derew kir
Dayik û bavê kurikê bi navê B.E. ku li Nisêbînê polîsan dewleta Tirk gule lê reşandin û bera ser pişta wî dan, axivîn. Dayik û bav diyar kir ku kurê wan piştî bûyerê bi 3 rojan hê nû bi ser hişê xwe ve hatiye.
Doh êvare bi dîmenan derketibû holê ku li malên TOKÎ’yê yên li taxa Firatê ya navçeya Nisêbînê ya ser bi Mêrdînê, polîsan gule reşandine û bera ser pişta zarokên li ber deriyê mala xwe leyîstine dane û zarokê 8 salî B.E. birine ber maşîna zirxî û lêxistine. Ji ber ku dîmen di raya giştî de bûn sedema nerazîbûna zêde, Qeymeqamiya Navçeyê, têkildarî mijarê daxuyaniyek da. Qeymeqamiyê, îdîa kir ku bûyer ji ber ku komekê kevir avêtiye polîsan roja 25’ê Nîsanê pêk hatiye û polîs ji peywirê hatiye dûrxistin û derbarê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Heta sê rojan zarok bi ser xwe ve nehatiye
Dayik û bavê kurikê bi navê B.E. li ser mijarê peyivîn. Bav Mehmet E. îdîaya qeymeqamiyê ya “avêtina keviran” red kir û da zanîn ku kurê wî roja bûyerê ji bo bilîze derketiye baxçe û got, “Li ser nerazîbûna cîranan kurê min berdan. Dema kurê min ji ba polîsan hat, ruh lê nemabû. Ziravê wî qetiyabû. Heta 3 rojan bi ser hişê xwe ve nehat. Em jî gelekî tirsiyan. Ji bo ku derbarê polîsan de tişta pêwîst bê kirin çi ji destê me bê em ê bikin.”
Dayika wî, Vecîhe E. jî da zanîn ku dema nimêj kiriye dengê çekan ji derve hatiyê û di demek kurt de kurê wê hatiye malê û got, “Dema kurê min hat malê, xwîn li canê wî nemabû û bi zorê bêhn digirt. Dema min ew di wê rewşê de dît ez gelekî tirsiyam.” MA/MÊRDÎN