Lecwan Munzur (Adil Sunger) û Çektar Botan (Ruhat Tabak) li bajarê Elmanyayê Kolnê bi civînekê hatin bibîranîn. Di civînê de ku ji aliyê TCŞ’ê ve hate kirin, ji bo xurtkirina têkoşînê bang hate kirin.

Lecwan Munzur û Çektar Botan 5’ê Hezîrana 2016’an li Qendîlê ji ber êrişa balafirên şer ên artêşa Tirk şehîd bûbûn. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) civîn bi rê ve bir û gelek kes beşdarî bûn.

Bi navê TCŞ’ê Şiyar Gabar li vir axivî û got, Lecwan û Çekdar bi karê xwe yê li Elmanyayê berpirsyariyeke mezin dane ser milê ciwanên Kurd.

Şengê Kahraman bi navê KOMAW’ê axivî û diyar kir ku dem çiqasî di ser re derbas bibe jî bibîranîna şehîdan giran e.

Ji Tevgera Jinên Kurd li Ewrûpayê, Jînda Denîz jî got, “Taybetmendiya herî girîng a Çekdar û Lecwan ew bû ku timî rûyê wan dikeniya û moral didan derdorê.”

Ji bo bicihanîna xeyalên nîvcomayî

Piştî nîşandana sînevîzyonê Ferîde Halîtoglû helbesta “Ez Kurd im dayê” ya ji bo şehîdan nivîsandî xwend.

Herî dawî dayika Lecwan Munzur (Adil Sunger) Ayten Sunger axivî û got, “Ez bixwazim qala wî bikim, wê pirtûk û helbest têra wî nekin. Ji ber ku her şehîdê me bi vî rengî ye. Leyla Guven dayikek bû, metirsî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd dît, bêyî ku berjewendiyekê bide pêş çavên xwe, bedena xwe da ber mirinê. Li gel wê, heft hezar hevrêyên wê ji bo bicihanîna xeyalên nîvcomayî bedena xwe dan ber mirinê. Li pêşberî şehîdên me yên hêja yên li dijî tecrîdê bedena xwe feda kirin, li pêşberî Lecwan, Çekdar û Viyan ez careke din bejna xwe bi rêzdarî ditewînim.”

Civîn bi gotina dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

 

ANF / KOLN