Malbatên girtiyên di çalakiyên greva birçîbûnê de piştgirê zarokên xwe ne û wiha li daxwazên wan xwedî derdikevin: Daxwaza wan, daxwaza me ye. Bila tecrîd bi dawî bibe da grevên birçîbûnê jî bi dawî bibin.
Çalakiyên greva birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD´ê Leyla Guvenê destpêkirî, dewam dikin. Çalakiya Guven a ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja xwe ya 155´an de, ya Nasi Yagiz li Hewlêrê di roja 142´yan de, ya koma pêşî a li hepsan di roja 117´an de, ya 14 çalakgerên li Strasbourgê û ya Imam Şîş ê li Newportê di roja 116´an dewam dike. Ji 1´ê Adarê ve jî qederê 7 hezar girtiyên ji dozên PKK û PAJK´ê jî dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Nerazîbûnên nexasim malbatên girtiyan li dijî bêdengiya rayedaran û raya giştî beranberî grevên birçîbûnê her diçe zêde dibe. Pêr xizmên şeş girtiyên li hepsa jinan a Gebze (Kocaelî) li pêşiya hepsê çalakiya rûniştinê û nobetê da destpêkirin. Polîsên Tirk ew hemû destgîrkirin. Xizmên girtiyan ên paşê hatin berdan, got, em ê çalakiya xwe dewam bikin. Li aliyê din dayika girtiyê bi navê Ergîn Aktaş ê her du milên wî tine ne, û 40 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, Fatma Taş got, “Daxwazên zarokên me qebûl bikin.”
Malbatên 6 girtiyên pêr li ber Hepsa Gebze dest bi çalakiya nobetê kirîn û hatîn destgîrkirin, pêr bi şev hatin berdan. Însîsiyatîfa Piştevahiya Zindanan a Marmarayê, diyar kir ku bi roj ew dê nobeta xwe dewam bikin.
Malbatên girtiyên li Hepsa Tîpa M a Gebze ên li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, doh bi armanca piştevaniyê li ber Hepsa Tîpa M a Jinan a Gebze dest bi çalakiya rûniştinê û nobetê kir. Malbat piştî hevdîtina bi zarokên xwe re, kom bûn, dest bi çalakiya rûniştinê kiribû û 6 kes hatibûn destgîrkirin. Ev her 6 kes piştî ku îfade dan polîsan, hatin berdan.
Em ê çalakiya xwe dewam bikin
Înîsiyastîfa Piştevaniya Zindanan a Marmara, derbarê destgîrkirinan de daxuyanî da û got, “Çalakiya rûnştinê ya nobeta bêdem û nedorveger a malbatên girtiyan a li ber Hepsa Gebze, şevê din bi operasyona destgîrkirinê, hat xwestin bê şikandin. Lê malbatên me di çalakiya xwe de bi israr in. Her 6 dayikên me yên hatin destgîrkirin, piştî li Midûriyeta Polîsan îfade dan, hatin berdan. Em ê îro (doh) çalakiya xwe dîsa li ber Hepsa Gebze dewam bikin. Em bang li hemû gelê xwe, gelê Tirkiyeyê yê domokratîk, nivîskar û rewşenbîran dikin ku bi piştevaniyeke mezin, xwedî li çalakiya me derkevin.”
Daxwazên zarokên me qebûl bikin
Her du milên Ergîn Aktaş tune ne û ew di hepsê de ye. Ev 40 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ye. Dayika wî Fatma Taş got, “Daxwazên zarokên me qebûl bikin.”
Ergêîn Aktaş li Hepsa Tîpa R a Menemena Izmîrê yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de ye. Her du milên aktaş tine ne û bi tena serê xwe di hucreyekê de ye. Aktaş, ji 2’yê Adarê ve li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye.
Xwîn ji devê wî tê
Hat diyarkirin ku ev mehek e bêhalî, kuxik, bêhnçikandin, tansiyon li Aktaş peyde bûne û xwîn ji devê wî tê. Aktaş ji 26’ê Adarê ve di hucreyeke yekkesî de tê ragirtin. Dayika wî Fatma Aktaş anî ziman ku kurê wê bi zorê şekir, xwê, ava fêkiyan û tiştên avî vedixwe. Dayik Aktaş destnîşan kir ku ji ber cezayê ragihandinê li kurê wê hatiye birrîn, ew nikarin bi telefonê jî pê re biaxivin.
Xwarin di ber me re naçe
Dayik Aktaş ku got “ji ber kurê min nikare tiştekî bixwe, xwarin di qirika min re jî naçe. Em dixwazin daxwaza zarokên me bê qebûlkirin. Em piştgiriyê didin daxwaza wan. Em ne dikarin xwarinê bixwin ne jî çayê vexwin. Xwedê qebûl neke.”
Apê wî Mahîr Aktaş jî got: “Ergîn xistine hucreyê. Rewşa wî nebaş e. Divê Wezareta Dadê, Serokkomar û her kes çareyekê bibîne. Bila êdî cenaze ji gitîgehan neyên. Tenê ne ji bo Ergîn, divê ji bo hemû girtiyên di greva birçîbûnê de çareyek bê dîtin. Ergîn dibêje, ‘heta tecrîd neyê şikandin, ew ê dev ji çalakiya xwe bernede.’ Mirovek her du milên wî tine ne û di hucreyeke yekkesî de ye. Ma wê çawa li xwe miqate be? Daxwaza wan, daxwaza me ye. Bila tecrîd bi dawî bibe da grevên birçîbûnê jî bi dawî bibin.”
KOCAELÎ / WAN