Welatiyên koç kirin ji ber ku rastî pirsgirêkên nû hatin dîsa dixwazin li Wanê vegerin. Welatiyên mane jî li gel hemû zor û zahmetiyên xweza û hewayê bi biryarin ku mal û warê xwe terk nekin û ji Wanê dernekevin. Kordînasyonê Lijneya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementerê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer diyar kir ku dewlet ji bo Wanê vala bike çi ji destê wê tê dike û bi zanebûn rê li pêşiya koçeriyê vedike.

Welatî ji bo mal û warê xwe terk nekin li gel hemû şert û mercên dijwar di nava têkoşînek mezin dene. Li aliyê din dewlet ji bo Wanê vala bike ne çadiran belav dike û ne jî welatiyan di malên TOKΑyê de bi cih dike. Dewleta ku her tim pesnê xwe dide û divê mi pirsgirêka welatiyan çareser kiriye her roj çadir dişewetin û welatî di çadirên şewitî de jiyana xwe ji dest didin. Lê hikûmet û dewlet ê rastiya xwe nade pêş. Welatiyên ku ji neçarî koçî bajarên din kirin jî ji ber ku li bajarên rojava bi cih û war nebûn, pirsgirêkên wan jî çareser nebûn.

WAN