
Nivîskar û helbetsvan Serkan Brûsk, piştî kar û xebatek bi sebir, berhema hêja ya Lagerkvist bi navê "Aftonland" Welatê Êvarê, di bin navê "Warê Êvarê" de, wergerî kurdî kir û pêşkêşî xwendevanan kir. Berhem cara pêşî di 1953 de li Swêdê, bi Swêdî çap bû. Wêrgera wê ya bi kurdî ji aliyê Brûsk ve hate kirin. Di 2011'an de wekî pirtûk hate çapkirin. Pirtûk ji weşanên Enstîtuya Kurdî li Stockholmê hate çapkirin. Berhem ji 60 rûpelan pêk tê.
Hostebûna wergêr, û bicîhkirina hevok, hîs û wêneyên nivîskarê bîyanî ji pirtûkê re dibe xwîn û goşt, û berhemê bi şêweyeyekî mukemel dihêne holê, bi rih dike.
Brûsk bi xwe helbestvan e. Di helbestên wergerandî de, xurtbûna zimanê xwe yê edebî diceribîne. Gavekî din pêş ve diçe. Zimanê Kurdî ku ji aliyê tarîfkirin û binavkirina xweza û pirsên rûhanî bilind e, dike bingeh û li helbestên Swêdî bar dike. Bi vê barkirinê û ceribandinê, hewildana Kurdîkirina helbestê derdikeve pêş, mirov Lagerkvist ji malê dihesibîne. Bi hêsanî dikeve cîhana wî. Pîvanên piralî bi hêsantir dikare pêk were:
Ji nivîskar mînakek helbestê:
Yê mirî
Hemû tişt hene, bi tenê ez êdî nema heme,
hemû tişt li şûna xwe ne, bêhna baranê ya ji geyê,
wek tê bîra min û wingîniya bayê ji darê koçberiya ewran û taswasiya dilê mirovan
Bi tenê taswasiya dilê min êdî nemaye…
Helbesta "Sibeh"ê mîna çîrokek kevnare ye. Weke stiranekî ye ku rengê xwe ji xwezayê girti be. Blûra şivanekî jê re dibe instrûment, ba û bahoza pelên dara tuwê alastî stiranê dubare dike:
Sibehwar bi ezmanê xwe yê ji hingivîn
Radayî û li bende ye bi çavên xwe yên xav
Bi çavên xav ên hemû gulan.
Xweşik mîna jinekê, weke hezar jinan,
Ew dirêjkirî ye û çavêngulvedayî digire,
Li binya ezmanehingivînê xwe dirêjkirî ye
Û li benda şahê xwe ye, ev roja bêhurmet.
Û mirina tal, bi pênûs û hostebûna Lagekvist rengekî cuda distîne. Aliyên herdem tabû, bi tirs û perdeya reş bi ser de kişandî, jê re dibe mijar. Hewil dide pirsên bêbersiv, tevlîheviya pirsên ne zelal ronî bike. Fermo em bi hev re beşek ji li helbesta "Sibeha Afrandinê" binêrin.
Ez ew stêrka reş im, dunya,
Di min de hertişt jîn dibe, lê ez bi xwe najîm,
Ez mirin im ku jiyanê dide.
Ez tarîtî me ku ronahiyê vedixwe,
bi rêya tîbûna xwe ya nayê şikenandin
piştî ronahiyê
dibe sedema hemû jiyanê,
Ez ew stêrka reş im
Hemû ew mirî li cem min divehisin.
Xwendina berhemek lê hêja, helbestên balkêş û mecalên nasîna nivîskarekî navdar bi rêya vê pirtûkê mûmkûn e.
DÎHA/NAVENDA NUÇEYA