Dayika du zarokan Narîn Mûhammed a 23 salî, ku li hewşa mala xwe nanê sêlê lê dixe dibêje, em Kobanê naterikînin, em ji jiyana li vir natirsin, bila DAIŞ ji me bitirse. Narîn anî ziman ku wê bihîstiye welatiyên Kobanê terikandine di nava şert û mercên zehmet ên penaberiyê de dijîn û got, "Ez bawerim ku ewê jî bi demê re vegerin. Emrê mirovan li ku temam bûbe, wê li wir bimire. Eger emrê me li vir temam bûbe, em ê li vir bimirin. Çiqasî hûn ji dijmin birevin jî: Eger Xwedê biryar dabe, hûn li ku be jî Azraîl wê bê we bibîne." Narîn destnîşan kir ku hem ew hem jî zarokên wê hîn bûne ku di nav şer de bijîn.
Li kolanên taxa Mişît a Kobanê jina bi navê Naîle Ehmed a 61 salî jî dibêje ku ew bi zarokên xwe, bi du bûkên xwe û 3 neviyên xwe re li Kobanê dimînin. Ehmed diyar kir ku ew ji DAIŞ'ê natirsin û heta mirinê ew ê li vir bin û got, "Xwîna me ji xwîna yên li vir şer kirin û mirin çêtir nîne. Dibêjin li vir sivîl tinene, bila werin bibînin wê demê. Bebekên li vir, zarokên pênc şeş salî, gelo çek hilgirtine? Hûn dibînin. Jinên ducanî, jinên nû zarok anîne dinyayê hene. Ji yên dibêjin li Kobanê sivîl tineye re agahiyên rast nayê dayîn. Em ê ji Kobanê dernekevin. Li malê hevserê min nikare rabe. Hin mirovan xwestin ji vir biçin, lê me gotin em bimirin jî em ê xaka xwe neterikînin. Bi tenê li vê taxê, bi me re bi sedan kes hene. Em ji yên mirine çêtir nînin. Neviyekî min ê 7 mehî heye. Neviyên min ên 4 û 7 salî hene."
´Pêwîstî bi dermanan heye´
Osman Ezo yê 55 salî yê bavê 8 zarokan da zanîn ku pirsgirêkên av, derman û xwarinê ya kesên li Kobanê dijîn heye û got ku tevî her tiştî dê li Kobanê bimînin û wiha got: “Bila hemû cîhan baş bizane ku tu tiştên paqij tu car qirêj nabin. DAIŞ qirêj e. Em ê wê qirêjiyê nekin Kobanê. Di encama êrîşên DAIŞ’ê de du zarokên me birîndar bûn û niha li Tirkiyeyê tên dermankirin. Em li ber xwe didin. Çavên me ne li namûs, ax û malê ketiye. Lê ger nêrîna hinek a wisa hebe, em ê li dijî vê têbikoşin."
ANHA/KOBANÊ