Di daxuyaniyê de derbarê destdirêjiya artêşa Tirk li ser axa Rojava pêk tîne û êrîşên ku li ser çeperên hêzên YPG’ê pêk tîne  de hşiyar kir û got: “Eger artêşa Tirk careke din derbasî axa Rojava bibe ew ê bê bersiv nemînin.” Di daxuyaniyê de bal li ser êrîşên artêşa Tirk hate kişandin û wiha hate gotin: “Bi taybet demekî ku hewldanên çareseriye ya li Surî pêşdikeve de rêveberiya dewleta Tirk êrîş û sînora Rojava derbaskirin berdewam dike.”


‘Li ser gel gulle reşandin’

YPG’ê ragihand ku artêşa Tirk herî dawî di rojên 28 û 29ê Çile de li gundê Sermisax a dikeve 13 km rojavayê bajarê Dêrîkê û 13ê km bakurê bajaroka Girkê Legê sinorê Rojava îhlal kiriye û diyar kir ku di 30’ê Çileyê jî gelê ji bo piştgiriya berxwedana Bakûrê Kurdistanê li ser sînor kom bûne gulle reşandine.

YPG’ê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Em dixwazin bên zanîn ku ger rêveberiya dewleta Tirk û hêzên wan a leşkerî îhlalkirina sinorên Rojava berdewam bikin, emê axa xwe û gelê xwe biparezin û ji rewşekî wiha berpirsiyar bi temamî rêveberiya dewleta Tirk e.”


‘Em ê bersiva guncaw bidin’

Hevserokatiya Kantona Cizîrê destdirêjiya dewleta Tirk li axa Rojava şermezar kir û wiha got: “Em dîsa dibêjin artêşa Tirk destdirêjiya xwe li axa Rojava dubare dike û helwesta xwe ya sorkirinê de bi israr e. Mafê me ye jî em bersiva guncaw bidin.”

Hevserokatiya Kantona Cizîrê diyar kir ku ewê bi hemû hîz û derfetên xwe gel û axa Rojava biparêzin û wiha got: “Em bang li Netewên Yekbûyî û civaka navnetewî û hemû rêxistinên hiqûqî dikin ku li hemberî destdirêjiya dewleta Tirk helwesta xwe diyar bikin û zextê li wê bikin ku van destdirêjiyên xwe yên li dijî pîvan û zagonên Netewên Yekbûyî û qanûna navnetewî dubare neke.”

Hevserokatiya Kantona Cizîrê di dawiha daxuyaniya xwe de wiha got: “Em dibêjin ku eger artêşa Tirk careke din derbasî herêmên Rojavayê Kurdistanê bibe û di helwesta xwe ya dijminahî de bi israr be, ji mafê me yê rewa ye em bersiva guncaw bidin. Em ê bi hemû hêz û derfetên xwe parastina ewlehiya welatiyên xwe bikin û em ê bersiva hemû êrîşên ji çi alî bin, bidin.”


  NAVENDA NÛÇEYAN