Êzîdiyên ji herema Qubîn navçeya Êlihê ku bi dehan salan e ji ser warê xwe dûr ketine çûne dîasporayê dixwazin vegerin gund û warên xwe. Welatiyên Êzîdî yên gundê Kelhokê yê girêdayî navçeya Qubînê, beriya biçin Ewropayê mal, milk û gundê xwe bi emanetî dabûn eşîrek herema Qubînê ya nêzî AKP’ê tê nasîn. Piştî welatî bi salane li Ewropayê dijîn biryara li gundê xwe vegerin dan. Di 2012’an de dema welatiyên Êzîdî xwestin vegerin gundê xwe rastî zordestiya kesên ku gundên wan emanet girtine hatin. Li ser ve yekê niştecih û xwediyên gund ên ji civaka Êzîdî, jî ji bo dikaribin gundê xwe bistînin û dikaribin bi rehetî vegerin gundê xwe, li 2'yemîn Dadgeha Cezayên Asliye ya Êlihê doz vekirin. Ji meha Sibatê ve tevlî keşfa gund ve 5 runiştinê dozê hatin dîtin. Heyeta Kelhokiya ji bo doza gundê xwe bişopînin ji Elmanya dîsa hatin Êlihê. Doz hate dîtin û heyeta dadgehê biryar da ku dê hemû erdên tapûkirî yên Êzdiyan paşve bidin wan. Ezdî piştî di vê doza gundê xwe de bi serketin niha amadekariyan dikin û çav li rê ji Ewropa vegerina ser axa xwe. Welatiyên Êzîdî piştî erdên xwe bi dest xistin ji bo vegera gund û amadekariyê vegerê nêrînên xwe yên ji niha şûn ve çi bikin anîn ziman.

Piştî di dozê de bi ser ketin Êzîdî Nedîm Erkîş, anî ziman ku ji ber erdên wan li wan hatiye îade kirin gelek bextewarin û got ku encama vê dozê ji bo wan gelek dirêj çê bû. Erkîş, da zanîn ku hiqûq û edaletê cihê xwe girt û got ku biryar hate dayîn dê hemû erdên di sînorê nav gundên wan de bên dayîn. Erkîş, anî ziman ku di nav pêvajoya 7 mehan de dozên wan hatin dîtin dosya erdên wan hate girtin û wiha got: “Dosya erdan hate girtin lê ya xaniyên me şandin Cezayê Dadgeha Sulhê. Ev jî ji ber ku erdê şûna xaniyên hazîne ye şandin cezayê Sulhê. Hate diyar kirin ku xwediyê van erdan em in. Em bawerin dê ev doza xêniyan jî bigîhîje encamê û em ê xêniyên xwe ji qezenç bikin. Piştî vê dozê jî bi dawî bibe em ê jî lez bidin vegarê û ji niha şûn ve em ê kar û barên xwe yên hiqûqa Elmanya yê bikin. Em daxwaz dikin ku em ê rojek beriya rojekî vegerin gundê xwe.”

‘Ji bo Êzdiyatiyê erdên wan xeta sor e’

Erkîş, diyar kir ku di çanda Êzdiyatiyê de erd nayên firotin û got ku erdên wan li gorî çanda wan xeta sore. Erkîş, anî ziman ku ew ê wek Kelhokiyan 10 malbat amade ne ku vegerin û da zanîn ku bi pêşketina pêvajoyê re dê vegera Êzdiyan bêtir bibe. Erkîş, destnîşan kir ku hemû civaka Êzîdî moralek û hêzek mezin ji doza gundên wan sitandine û wiha got: “Ev biryara gundê dê roj bi roj hêz bide gelê Êzîdî ku vegerin cih û warên bav û kalên xwe. Kurdên Êzîdî bi dehan salane hesreta welat û ziyaretgehê xwe dikişînin. Bê guman dê rojek li welatê me azadî, aşîtî, demokrasî û edalet bi cih bibe.” Erkîş, bi lêv kir ku ji ber mezlum û mafdar bûne bi ser ketine û got ku çavên wan ne li erd û malê tu kesî ne. Erkîş, got ku ger zilm û zora eşîretan û tevkarên dewletê hebe dê li hember vê komelên mafên mirovan û demokrasî xwaz hebin.

‘Ji bo hatinê bi hesret in’
Salih Baran diyar kir ku ev 33 sale ji gundê xwe dure û got ku ji bo wan jiyana Ewropa bese û ew naxwazin li wir bijîn. Baran, da zanîn ku ew dixwazin li ser xak û ava xwe jiyan bikin û wiha got: “Dema em ji gundê xwe derketin çûn me bi emanetî erdên xwe teslîmî mezinên eşîrê kirin. Soz dan me ku dema em vegerin dê gundê me bidin me. Dema me biryara xwe da û em hatin lê gundê me nedan me. Em dixwazin werin gundê xwe û li ser erdên xwe jiyan bikin. Dema gundê me vala bikin em 10 malbat amadene û bi rê de ne vegerin gundê xwe.” Baran, anî ziman ku piştî doza xêniyan dê xêniyên wan vala bikin û dê werin li ser erdên xwe cotkariya xwe bikin. Baran, anî ziman ku ew ji jiyana Ewropa pir aciz bûne û got ew ne bi hesreta welatê biyanî ne bi hesreta welatê xwe ne. Baran, diyar kir ku pêvajoya hatiye destpêkirin ji bo vegera wan pêşengiyê kiriye û da zanîn ew ê wek gundiyên Kelhokê gelek gundên jî li pey xwe bînin.

‘Xewnên min her tim li ser welatê min e’
Hîkmet Erkîş jî anî ziman ku doza wan li gorî pîvanê hiqûqê biryar hatiye dayîn û got ew gelek kêyfxweşin ku bi ser ketine. Erkîş, destnîşan kir ku wan erdên xwe bi dest xistiye û got ji niha şûnve ew êdî li benda xêniyên xwe ne vala bibin. Erkîş, ev tişt got: “Ez dixwazim jiyana xwe din werim li ser axa xwe bidomînim. Vegera gundê min ji jiyana min ferztire. Dema ez bi reya de diçim û radikevim jî lê hişê min li vir e. Xewnên min her tim li ser welatê min e. Ji ber ku axa me ye ez dixwazim di nav civaka vir de cih bigirim. Her tim çavê me li riya welatê me ye.”
 

BÎLAL GULDEM/DÎHA/ÊLIH