Endama Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed got, rêveberiya li Rojavayê Kurdistanê bê avakirin wekî hikûmet an jî dewlet nabe û veqetîna ji Suriyê hedef nagire.

Endama Desteya Bilind a Kurd (DBK) Îlham Ehmed, derbarê derbarê rêveberiya demî ya Rojavayê Kurdistanê de ku berî demekê di çapameniyê de ketibû rojavê agahî da. Endama DBK Ehmed diyar kir ku li ser rêveberiya herêmê nîqaş û lêkolînên wan hene û destnîşan kir ku şertên Rojavayê Kurdistanê rêveberiyek bi vî rengî ferz dike û got: “Piştî rejîm ji herêmên Rojavayê Kurdistanê hate derxistin, pêwîstî derketiye holê ku êdî hemû pêkhateyên herêmê bibin xwedî biryar û rêveberiya xwe ya nû ava bikin.”

Netew di bin sîwaneyekê de kom bibin

Îlham Ehmed, li hemberî nûçeyên ku derbarê mijarê de di hinek saziyên çapemeniyê de hatin weşandin û îdîa dikin ev rêveberî wê bibe tehdîtek nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku rêveberiya wê bê hilbijartin wê vîna gelan esas bigire û bi ti awayî li ser herêmên din, gelên herêmê û welatên cîran nebe xeterek. Ehmed destnîşan kir ku rêveberiya were sazkirin berovajî îdîayên tên kirin, wê yekîtiya di navbera hemû gelên herêmê de esas bigire û weha anî ziman: “Ev rêveberî hem wê karibe herêma Rojava birêve bibe, hem jî karibe şoreşa Suriyê bigihîne asta serkeftinê. Wê rêveberiyek demokratîk be û hemû pêkhateyên herêmê yên wekî kurd, ereb, suryanî, ermenî, asûrî, durzî, elewî di Suriyek demokratîk û bi awayekî pirrengî, di bin sîwaneyekê de kom bike, her wiha li dijî êrîşan gel biparêze û pêdiviyên gelan pêşwazî bike.”
Endama DBK Ehmed bal kişand ku divê êdî gelê Rojava bibe xwedî statuyekê da ku karibin bi yek nêrînê tevlî hemû civînên navnetewî yên li ser çaresûna Suriyê têne lidarxistin bibin û gelên Rojava beşdarî wan civînan bikin, her wiha modela xwe ya Suriyeyek pir rengî bidin nasîn.
Ehmed derbarê nîqaşên li ser rêveberiya herêmê de jî agahî dan û wiha axivî: “Ev nîqaş hatine destpêkirin. Em hîn di nava lêkolînê de ne û li ser mijarên wekî ‘modelek çawa, şêwazek çawa, bi pêkhateyên herêmê re lihevhatinek çawa?’ nîqaşan didin meşandin. Di demeke pir kurt de jî em ê dest bi hevdîtinan bikin û bigihîjin nêrînên zelal.”

Civak wê şêwazê rêveberiyê diyar bike

Ehmed, li ser şêwazê rêveberiya ku bê diyarkirin jî ev agahî dan: “Şêwazê rêveberiya ku lêkolîn li ser tê meşandin, wekî ku niha di hinek saziyên çapemeniyê de tê nîqaşkirin, bi şêwazê hikûmetek fermî yan jî dewletekê nîn e. Rêveberiyek demokratîk ku ji nava herêmê derketiye, bi hilbijartinê hatiye diyarkirin û hemû pêkhate wê rengê xwe tê de bibînin. Yanî wê rêveberiyek bê diyarkirin, lê şeklê rêveberiyê wê di encama hevdîtin û nîqaşan de diyar bibe.”
Ehmed anî ziman ku di rêveberiya nû de veqetina Rojava a ji Suriyeyê nîne û diyar kir ku ew parçekirina axan û welatan weke nêzîkatiyek li dijî berjewendiyên gelan dibînin. Ehmed got, "Em çiqasî yekîtiya civakan pêk bînin, wê hêza civakê ewqas mezintir bibe û derfetê azadiyê zêde bibin. Veqetîna ji Suriyê çarenûsa kurdan jî nayîne. Li ser vî esasî em hewl didin ku vê projeya xwe ya demokratîk û xweser bidin qebûlkirin û nasîn. Mînakên wekî vê niha li gelek welatên cîhanê yên wekî Siwîsre û Belçîka jî hene. Avakirina rêveberiya herêmê jî wê li ser vî esasî be û di heman demê wê bibe rêya çarenûsa pirsgirêka Suriyê.”

Hevpeymana civakî were amadekirin

Ehmed, da zanîn ku li gel xebatên rêveberiya herêmê niha xebatên amadekirina hevpeymana civakî jî têne meşandin û di vê mijarê de ev agahî dan: “Ev xebat bi rengê pêşnumayê ye û piştî hate temamkirin wê pêşkêşî hemû pêkhateyên herêmê, aliyên siyasî û baweriyê bê kirin. Piştre jî wê pêşkêşî raya gel bê kirin û bê erêkirin.” 

ANHA/QAMIŞLO 




Siyasetmedarên kurd lihev civiyan

Li taxa Şêxmeqûs a Helebê nûnerên Desteya Bilind a Kurd (DBK) û partiyên siyasî yên kurd bi armanca nirxandina bûyerên dawî li hev civiyan.
Partiyên siyasî yên kurd û endamên DBK ji bo rewşa dawî ya li Rojava binirxînin li bajarê Suriye Helebê li hev kom bûn. Civîn bi bişdariya nûnerên Partiya Demokratî Kurdî li Sûriyê  ya Nesredîn, Partiya Demokratî Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (PDPKS), Yekîtiya Demokrata Kurd li Suriyê (El-Wehdê) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û nûnerên DBK hate lidarxistin.
Di civînê de hemû aliyan destnîşan kirin ku di vê demê de pêwîstiya gelê kurd bi yek dengiyê heye.  Di civînê de Endamê Têkiliyên Derve ya DBK Xerîb Hiso û balkişand ser dorpêçkirina herêma ji aliyê çekdarên Artêşa Azad û got ku gelê kurd di her rewşan de liber xwe bidin. Beşdarên di civînê de şoreşa 19᾿ê Tîrmehê bibîrxistin û dan zanîn ku gelê kurd bi hemû hêza xwe ji bo parastina destkeftiyan wê li ber xwe bidin. 

HELEB