PKK: Têkoşîna sala 38’an a Berxwedana Dîrokî ya 14’ê Tîrmehê, wê bi fermandariya şehîdê me yê mezin hevrê Helmet were dayin û sala berxwedana 38’î wê bibe ‘’Sala Tolhildana Helmet’’
Komîteya Rêveber a PKK’ê der barê salvegera 37’an a berxwedana 14’ê Tîrmehê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de weha tê gotin:
“Li dijî darbeya faşîst û leşkerî ya 12’ê Îlonê di 14’ê Tîrmeha 1982’an de Berxwedana Rojiya Mirinê hatibû destpekirin. Di salvegera 37’an de em Giyanê Berxwedan û Serfiraziyê ya 14’ê Tîrmehê silav dikin. Di şexsê afirînerên vê giyanê berxwedêr Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de em şehîdên têkoşîna azadiyê bi hurmet bi bîr tînin. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê armancên wan bi ser bixin. Em ‘Roja Rûmetê ya Neteweyî’ ya gelê Kurd û dostên wan pîroz dikin. Em diyar dikin ku di sala 38’an a berxwedanê de, wê gel û tevgera me xurttir şer bikin.
14´ê Tîrmehê biryara jiyana azad e
Berxwedana mezin a zindanê ya ku bi Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê hate destpêkirin, tarîtiya 12’ê Îlonê ronî kiriye û destnîşan kiriye ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê wê têk neçe. Ji ber ku Berxwedana Zindanan a Mezin xeta azadiyê ya Apoyî ji xwe re kiriye esas û koletî û teslîmiyet red kiriye. Gelê Kurd biryara hebûn û jiyana azad daye û îrade, tarz, cesaret û fedakariya vî tiştî derxistiye holê. Bi gotina Rêber Abdullah Ocalan ‘Di warê temsîlkirina xeta partiyê û afirandina serfiraziyê de çalakiyeke xurt e.”
Wekî ku her kes baş dizane 37 sal in li Kurdistanê di bingeha hemû destkeftiyên li ser navê hebûn û azadiyê de Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û Berxwedana Zindanan heye. Ji ber ku vê xetê berê xwe daye zindanan û bûye Pêngava Gerîlayan a di 15’ê Tebaxê de û bûye Şoreşa Vejînê ya Neteweyî. Xwe gihandiye jinan û Şoreşa Azadiyê ya Jinê daye destpêkirin. Li ser vî esasî li çar parçe Kurdistan û li derveyî welat, têkoşîna azadiyê li Bakurê Kurdistanê şoreşa neteweya demokratîk û li Başûr jî destkeftiyên Kurdan, li Rojava jî şoreşa azadiyê derxistiye holê.
Li dijî faşîzmê berxwedana qehremaniyê
Di salvegera 37’an a Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê de, li dijî şerê taybet ê faşîzma AKP û MHP’ê tevgera me ya azadiyê û gelê me li ser xeta berxwedanê bi qehremanî rabûne. Bi taybet Greva Birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, Giyanê Berxwedan û Serfiraziyê yê 14’ê Tîrmehê zindîtir bûye.
Vê berxwedana mezin bi xwîna hevalên me yên endamên Komîteya Navendî Delal, Zekî, Atakan, Armanc, Dogan, Çetîn, Rûbar û Helmet jî di nav de bi xwîna sedan hevalên me hatiye meşandin. Di encamê de deriyên Îmraliyê hatiye vekirin û derbeke giran li faşîzmê hatiye xistin. Bandora mezin a geşedanên siyasî ya berxwedana me ya 38’an wê di geşedanên siyasî de bêtir were dîtin.
Îro dema ku em di salvegera 37’an a Berxwedana 14’ê Tîrmehê de ne, giyanê berxwedan û serfiraziyê ji her demê zindîtir e. Li ser vî ruh, biryardarî û xetê li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat têkoşîna me didome. Dema ku dîktatoriya Erdogan û Bahçelî bi qetlîaman dixwaze li ser pêyan bimîne, tevgera me ya azadiyê tevî gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn bi mirovayetiya demokratîk re tifaqê ava dike li hemberî tecrîd û faşîzmê, têkoşîna Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk bi biryardariyeke mezin didomîne. Bi pêşengiya fermandarên nemir Helmet û Dogan Serhat ji Qendîlê heta Dêrsimê û ji Xakurkê heta Serhedê derbên giran li artêşa dagirker û sîxuran tê xistin. Ciwan û jinên Kurd bi têkoşîna jiyana azad ji hemû kesan re dibin mînak û hêvî.
Sala 38´an sala tolhildanê ye
Faşîzma mêtinger qirker a Bahçelî-Erdogan endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê hevrê Helmet bi nemerdî qetilkirin, bi vê ji wan we ye ku wê me biqutifînin û gelê me bitirsînin. Lê bi çalakiyên tolhildanê yên gerîlayên me yên qehreman ku zêde bûne, bi rengekî xurt xwedîlêderketinê ya gelê me û hemû raya giştî ya şoreşger-demokratîk, bi hêrs û kîna rabûyî derkete holê ku şaş kirine. Têkoşîna sala 38’an a Berxwedana Dîrokî ya 14’ê Tîrmehê, wê bi fermandariya Şehîdê me yê Mezin hevrê Helmet were dayin û sala berxwedana 38’î wê bibe ‘’Sala Tolhildana Helmet’’
Li ser vê bingehê em carek dî ‘’Roja Rûmeta Neteweyî’’ ya gelê me pîroz dikin, em şehîdên me yê Berxwedana 14’ê Tîrmehê û şehîdê mezin ê salvegera 37’an a vê berxwedanê Hevrê Helmet careke dî bi hurmet û minet bi bîr tînin, di serî de ciwan û jin, em bang li hemû gelê xwe û hêzên demokratîk dikin ku li dijî hişmendî û siyaseta faşîst, mêtinger û qirker têkoşîna azadî û demokrasiyê li her qadê bi rêbazên afirîner zêdetir berfireh bikin û em bang dikin ku sala 38’an a berxwedanê bi mîsogerî bi ser bixin!’’ ANF/BEHDÎNAN
Rastiya li zindana Amedê qebûl bikin
HDP’ê têkilî salvegera 37’an a berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê daxuyanî da û got, ‘’Heke civaka Tirkiyê dixwaze ji mekanîka darbeyê xilas bibe divê bi meseleya Kurd re û di serî de bi rastiya Girtîheha Amedê re hevrû bibe’’.
Berdevka Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran ji bo salvegera berxwedana 14’ê Tîrmehê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Tam beriya bi 37 salan, berxwedana li dijî rejîma darbeyê ya 12’ê Îlonê ya dest pê kirî, yek ji çalakiya herî meşrû a dîrokê, ya herî mirovî û ji hêla encamên xwe ve jî xwedî bandorên dîrokî
Dema ku em behsa rasteqîniya Girtîgeha Amedê dikin, pratîka desthilata niha ku Tirkiye hema bibêje kiriye girtegeh, nîşan dide ku hişmendiya darbekar ne tenê karê generalên bi apolet e. Ji ber vê jî heke civaka Tirkiyê dixwaze ji mekanîka darbeyê xilas bibe, divê bi meseleya Kurd re û di serî de bi rasteqîniya Girtîgeha Amedê re hevrû bibe. Li Tirkiyê seba hemû sûcên li dijî civakê derkevin holê divê Komîsyona Heqîqetan were avakirin.’’