
Mehmet Ocalan ê birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, û herî dawî 11´ê Îlonê çûbû Imralîyê û bi birayê xwe rê hevdîtîn pêk anîbû, behsa hevdîtinê kir. Mehmet Ocalan da zanîn ku ev 15 sal e diçe gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê care yekemîn wî ew ewqas bi hêrs dîtiye û got Ocalan jê re gotiye: “Mehmet Tûnç bang kir û anî ziman, ku dor li wan hatiye girtin, hatine dorpêçkirin, demeke wan a kurt maye“ û Serok got, “We çima nekarîbûn Mehmet Tûnç rizgar bikin.”
Mehmet Ocalan derbarê hevdîtinê xwe de, li ser darbeya 15’ê Tîrmehê, desteserkirina şaredariyên DBP’yî û çareseriya pirsgirêka Kurd Ocalan gelek nirxandin kiriye û mesajên girîng daye.
Vê carê Ocalan piştî 30-40 deqeyan hat
Mehmet Ocalan da xuyakirin, ku di hevdîtinên beriya niha de dema ew diçû Îmraliyê heman piştî 5 deqeyan Ocalan dihat gel wî, lê di vê hevdîtinê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 30-40 deqeyan hatiye û got; “Ji ber rewşê gelekî hêrs bûbû. Ji xwe ji derenghatina wî jî dihat fêhmkirin ku pirsgirêkek heye.” Mehmet Ocalan anî ziman, rewşa tenduristiyê ya Ocalan baş e û bi bîr xist, ku di vê der barê de wî li Amedê daxuyanî daye.
‘Newest bê hevdîtinê’
Mehmet Ocalan detayên li ser hevdîtinê ragihand û wiha peyivî: “Min texmîn kir ku Serok nexwestiye tevlî hevdîtinê bibe. Tiştekî ez bikim nîne. Rêveberiya Girtîgehê çû bi Serok re hevdîtin kir. Piştî 30-40 deqeyan Serok îqna bû û hat hevdîtinê. Naxwe wê tevlî hevdîtinê nebûya. Me silav da hev û piştre got, ‘Tu hatiye, baş e. Lê tiştên ez ê bêjim giran e. Tu nikarî van rake. Dibe ku tu hem zerarê bide xwe, hem jî bide min. Ji ber ku ez ê giran biaxivim. Ez ê rastiyan ji te re ragihînim. Ez li şûna te bûma, ez ê nehatibûma’. Min jê pirsî ‘Çima’? Ez li ser daxwaza gel hatim. Wî jî got, ‘Ez bi vê zanim û fêhm dikim’.”
‘Min ti cari wî bi vê rengî bi hêr nedîtibû’
Mehmet Ocalan diyar kir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jê re gotiye, “Ez mirovekî demokrat û şoreşger im. Ez bi dehan salan li vir bi tena serê xwe bêm girtin jî ne teslîmî dewletê dibim, ne jî teslîmî hinekî din dibim. Ez dikarim heta dawiya emrê xwe bi vî rengî bijîm. Nakim of jî. Ez zelal im. Bila her kes vê baş zanibe. Lê belê eger tu dixwaze rastiyê zanibe; diviyabû tu nehatibûya. Lê wa ye te ked jî daye û tu hatiye. Ez vê baş dizanim û fêhm dikim.”
Mehmet Ocalan anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd di her mijarê de nêrînên xwe parve kiriye û got, “Serok ji min re got, ‘Li min guhdarî bike’ û bi qasî 50 deqeyan bênavber bi rengekî hêrsbûyî bi min re axivî. Li ser şexsan tiştek negot. Li ser Tevgera Kurd û dewletê axivî. Ji min re got, ‘Binêre, ev ne tiştên rast in. Hem dewlet hem jî tevgera me dema tengav dibin, tên cem min. Ev ne ya qebûlkirinê ye’. Serok gelekî bi hêrs bû. Ne rêk û pêk jî be, di nava 15 salan de ez gelek caran çûm giravê û min pê re hevdîtin kir. Lê heta niha min ti carî Serok bi vî rengî bi hêrs nedîtibû.”
‘Min ev yek her tim got’
Mehmet Ocalan nêrînên Ocalan ên li ser hewldana darbeya leşkerî ya 15’ê Tîrmehê parve kir û got: “Serok got, ‘Min gelek caran got, eger ev pirsgirêk neyê çareserkirin wê darbe çêbe. Eger pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin û Tirkiyeyeke demokratîk neyê avakirin, pêşî li van pirsgirêkan neyê girtin, wê timî darbe li ser kar bin. Hewldanên bi vî rengî wê her tim karibin rû bidin. Min ev yek her tim got. Valahiyek bimîne, wê darbekar vê bi kar bînin. Şert û mercên heyî yên li Tirkiyeyê ji darbeyan re her tim guncaw in. Min ev yek gelek caran ji rayedaran re got. Eger ev sîstem bi vî rengÎ dewam bike, wê darbe pêk werin. Îro ev kes nake, lê wê kesekî din bike. Lê wê mekanîka darbeyê her tim di nava dewletê de li ser kar be.”
‘We çima Mehmet Tûnç rizgar nekir’
Mehmet Ocalan da zanîn, ku Ocalan bêhtir peyam da saziyên Kurd û dewletê û ragihand, divê her kes di vê çarçoveyê de mesajan binirxîne. Mehmet Ocalan li ser nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser xwerêveberiyê agahiyên berfireh neda û got, “Min ji Serok re got, bajarên Kurdan xera kirin, hilweşandin. Di vî warî de çi difikire? Serok jî got, xwerêveberî rastiyek e. Nirxandin berfireh kir. Rexneyên wî jî hebûn. Serok bûyerên li Kurdistanê, Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê diqewimin ji me bêhtir û baştir dişopîne. Li gorî derfetên li ber destê xwe, hem pêvajoyê hem jî rojevê baş dişopîne, dinirxîne. Kê çi kiribe baş dizane. Serok ev got; ‘Mehmet Tûnç bang kir û anî ziman, ku dor li wan hatiye girtin, hatine dorpêçkirin, demeke wan a kurt maye’. û got, ‘We çima nekarîbûn Mehmet Tûnç rizgar bikin’.”
Şaredarî bi gel re nebûye yek
Mehmet Ocalan li ser desteserkirina şaredariyên DBP’yî nêrînên Ocalan ragihand û got, “Serok got, ‘Eger Şaredarî bi gel re nebe yek, nikare li ber vê sîstemê bisekine’ û Serok wiha dewam kir, ‘Li dijî erkdarkirina qeyûman, xwezî hilbijartinên li şaredariyên me karîbûna bi gel re bibûna yek. Lê mixabin nekarî bikin. Wê wextekê li dijî van qeyûman berxwedan bê nîşandan, lê ew ê jî kêm bimîne. Ev jî tiştekî rast nîne. Ev 17 sal in li Kurdistanê li gelek cihan hûn di rêveberiyê de ne, we çi kirin? Eger şaredarî bi gel re nebûye yek, bi deh hezaran kes neherikîbe ber şaredariyan, wê çaxê şaredariyan erka xwe nekirine. Ev ne ya qebûlkirinê ye’. Serok got, ‘Em çawa vê yekê qebûl bikin? Mewziyên me bi vîna xwe qezençkirin e, şaredarî ne. Ji dest digirin. Ew jî xwe dikin ker û lal. Projeyên xwe bi cih nanîne. Ew der veguherandine sîstema febrîqeyê û yê li nav jî li benda teqawîtbûnê ye. Şaredariyên xwe teslîm nekin. Bi hezaran kes biçin ber şaredariyên xwe û xwedî lê derkevin. Piştî ku ji destê we biçe, tiştekî hûn bikin wê nebe. Vîna we ji destê we digirin, ji ber ku hûn jî bi gel re nebûne yek, hûn bi tenê li çûyîna ji dest temaşe dikin’. Serok gelekî tund axivî.”
HASAN YOLDAŞ/ANF/RIHA