Di raporê de tê diyarkirin ku Ewropa, Japonya û Rûsya dê di warê îzafî de bikevin. Lê Çîn nabe hêzek mîna DYA’yê. Ji şêwirmendên saziyê Mathew Burrows, daxuyaniyek da çapemeniyê û got: “Bûyina hêza herî mezin a aboriyê girîng e, lê her tim bûyina hêza herî mezin a aboriyê nayê wê wateyê ku wê bibe hêza herî mezin.”
Li gorî raporê dê DYA di van 20 salên dawiyê de di warê enerjiyê de ji cîhanê serbixwe bimîne û wê şêniya bajaran a li cîhanê bi awayeke mezin zêde bibin. Lê li gorî raporê aboriya gerdûnî, rêveberî, rêbazên pevçûnan, belavbûnên herêmî, teknolojiyên nû û rola nû ya DYA’yê dê bandorê li wêneyê gerdûnî yê 20 salên li pêşiya me bikin.
ANF/LONDON