Li Bakurê Kurdistanê rewşa awarte, qedexekirina derketina kolanan, kuştina sivîlan, girtina aktîvîst û rojnamevanan, hilweşandina tirbên şehîdan, heqareta li nirxên Kurdan wek pêkanînên rûtînî û asayî, li dar e. Helbet li hember vê yekê; him berxwedana xelkê û him jî çalakiyên parastina rewa ya gerîlayan bi awayekî zindî û bi bandor berdewam e.
Dewleta Tirk, li Kurdistanê tenê bi pêşxistina şerekî qirêj ve mijûl e. Ev rewş jî têkîliya rejîmê û ya Kurdan werdigerîne şêwazekî nû. Dewlet bi walî, qeymeqam, arteş, polîs û hemû saziyên xwe ve, bi her awayî mîna hêzeke dagirker a tazî wateya xwe wenda kiriye û tu bandora wê ya rewa li Kurdistan û li ser Kurdan nemaye...
Li gel van pêşketinan; hefteya çûyî Rûsya li Sûriyê dîrekt tevlî şerê li dijî DAÎŞ’ê bû. Tirkiye û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bertek nîşanî vê yekê bidin jî, Rûsya qet guh nade wan û ev hefteyek e li baregehên DAÎŞ’ê û her wiha yên komên ku Tirkiyê dîrekt alîkarî û piştgiriyê dide wan ên wek Êniya Nûsra, Ahrar Şam û yên hwd. bombebaran dike. Bi xwe tevlîkirina qeyrana Sûriyê re, Rûsyayê planên Tirkiyê yên li Sûriyê serûbinî kir. Tirkiye ev demek e li ser krîza penaberan hewl dide, daxwaza xwe ya avakirina herêmeke tampon a di nava kantonên Rojava; Kobanê û Efrînê, bi dewletên Rojavayî re bide qebûlkirin. Her wiha komên girêdayî Tirkiyê, ev dora mehekê ye; li Hêlebê êrîşî Taxa Şêxmeqsûd a ku Kurd lê dijîn, dikin. Yani him pêşîgirtina gîhiştina hev a kantonên Rojava û him jî li Helebê û bakurê wê bi awayekî defacto yanî fiîlî avakirina herêmeke girêdayî xwe, wek polîtîkaya Tirkiyê ya li Sûriyê derdikeve pêş. Lê niha tê gotin ku bi bombebaranên Rûsyayê ve komên cîhadîst ên ku ji hêla Tirkiyê ve tên xweyîkirin ji herêmê direvin û berê xwe didin hundirê sînorên Tirkiyê. Yanî dewleta Tirk bi serokatiya Erdogan û partiya wê AKP’ê kîjan gavan davêje, li wê derê dikeve nava avzelê.
Her tişt bi aşkere radixe ber çavan ku rejîma Tirk qasî li hundir, li qadê navdewletî jî qitimî ye. Tu îtîbara wê di dîplomasiyê de nemaye û bûye bela serê xelkên herêmê giştan.
Rûsyayê her wiha polîtîkayên dewletên serdest ên Rojavayî û yên herêmî jî serûbinî kir. Wekî tê zanîn hê jî Amerîka û hevkarên wê heta niha tu planên cidî, bi mentiq û gorî rastiya xelkên Sûriyê dananiye pêş raya giştî. Di nava krîza siyasî ya herêmî de, hêza xwedî perspektîfeke zelal a gorî rastiya xelkên herêmê, tenê Tevgera Azadiyê ya Kurd e; “ji Kurdistanê re azadî û ji Rojhilata Navînê re demokrasî!..”
Kurd li Rojava gorî vê perspektîfê, ji destpêkê heta niha siyaseta xeta sêyemîn dişopînin; xwe nakin leşkerê tû hêzên serdest ên Rojavayî û her wiha yên herêmî. Bi navê xweseriya demokratîk, projeya aştî û demokrasiyê nîşanî herkesî didin. Bi pratîka xwe îspat kirine, ku çareseriya krîza li herêmê bi xweseriya demokratîk, di pergalekî konfederal de ye...
Aktorên bi siyaseta herêmê re elaqedar, gişt niha ketine nava hewldana xwe nîşandana wek ‘qehremanên’ li dijî hovên DAÎŞ’ê. Hemû aktor di heman demê de bi Kurdan re jî, helbet gorî berjewendiyên xwe, têkîliyên xwe xurtir dikin. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan çend roj berê anî zimên; ku ev aktorana gişt dixwazin li Sûriyê rolê ji Kurdan bidizin. Ji ber ku ji destpêkê heta niha tekane hêza li dijî DAÎŞ’ê li ber xwe daye û li dijî vê çeteyê serkeftina xwe îspat kirî, tenê hêzên Kurd, YPG/YPJ ye.
Ev wêne bi giştî nîşan dide ku; qedera Kurdan giştan her diçe hê zêdetir bi hevdu re tê girêdan. Kurd bi rêxistinî, bi moral, bi motîvasyon, bi hêz in û li ser pê ne. Li gel vê yekê; rejîmên serdest gişt xitimî ne.
Ev qanûna siyaseteta Rojhilata Navîn e; kî li ser pê ma, ewê di balansa siyasî ya herêmî de xwedî rolekî be. Û Kurd jî niha vî rolî dilîzin...