Biryara Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropa (MPKE) ya der barê Tirkiye de niqaş û rageşî zêde kirin. Têkildarî bandora biryara MPKE’ê Aborînas Mustafa Sonmez, nirxandinên girîng kirin. Sonmez, diyar kir ku piştî vê biryara MPKE’ê dê krîza aboriya Tirkiye dê mezintir bibe. Sonmez, anî ziman ku li bendê ye du dowîz dîsa buha bibe û got pêwiste Banka Navendî tedbîran bigire. Sonmez, anî ziman ku mezinbûna aboriya Tirkiye girêdayî karsaz û sermayedarên biyanî ya hatina Tirkiye ye û wiha got: “Ger ku Tirkiye van daxwazên Konseya Ewropa nebersivîne, dê gefan li Tirkiye bixwin. Ev hemû dê dê rê li pêş mezinbûna aboriya Tirkiye bigirin.”
STENBOL