Piştî qetilkirina nûçegihanê RojNewsê Wedat hisên Elî, ajansa nûçeyan RojNewsê da xuyakirin ku asayîşa Duhokê gef li nûçegihanê wan dixwarin da ku Duhokê bi cih bihêle, û qetilkirina nûçegihanê xwe weke êrişke li dijî azadiya bîr û ramanê nirxand. Partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê jî qetilkirina Wedat Hisên Elî şermezar kirin.
Li Duhokê nûçegihanê Rojnewsê Wedat Hisên Elî pêr ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hatibû revandin û piştî çend saetan cenazeyê wî li ser rêya sereke ya di navbera Duhok û qezaya Sêmêlê hatibû dîtin. Wedat Hisên Elî yê nû li RojNewsê dest bi kar kirê, bi êşkenceyê bi awayekî hovane hatibû kuştin.
Birayê Wedat Hisên Elî, Mesher Hisên Elî diyar kiribû ku birayê wî bêguneh bû, demek bû gef lê dihatin xwarin.
Asayîşa Duhokê gef lê dixwarin
Ajansa nûçeyan RojNewsê, têkildarî qetilkirina nûçegihanê xwe Wedat Hisên Elî doh li ber Baxê Giştî yê li bajarê Silêmaniyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di dema dayîna daxuyaniyê de gelek rojnamevan û çalakvanên civaka sivîl jî amade bûn.
Daxuyanî ji aliyê rojnamevan Selah Xidir ve hat xwendin. Xidir zextên ku hêzên ewlekariyê yên Duhokê beriya niha li Wedat Hisên Elî dikirin bi bîr xistin û got, “Çend caran hêzên ewlekariyê yên Duhokê gef li rojnamevan Wedat xwarin. Ji bo ku ji Duhokê derkeve û biçe derveyî welat. Lê belê Wedat ev yek red kir.”
RojNewsê bi vê daxuyaniyê da zanîn ku Wedat Hisên Elî beriya du mehan dest bi karê xwe yê li RojNewsê kiriye û ji bo xwe weke erk didît ku rastiyên li herêma Behdînan ji civakê û her çar parçeyên Kurdistanê re ragihîne. Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Lê belê li Başûrê Kurdistanê rojnamevan di bin gef û zextên dijwar de ne. Eger rojnamevan alîgirê partî û aliyek siyasî nebe her tim jiyana wê/wî di bin gefan de ye.”
Xidir da xuyakirin, ku ew rojane nûçeyên kuştin, qetilkirin û revandina mirovan li herêmê dibihîzin û wiha dewam kir: “Em di wê baweriyê de ne ku êrîşên bi vî rengî, êrîşên li ser azadiya bîr û ramanê ne. Armanca van êrîşan jî kolekirina civakê ye. Ji ber ku ger civakek azad nejî û bi azadî nefikire, ew civak mehkûmî koletiyê ye.”
Banga xwedîderketinê li sendîkayê
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Sendîkaya rojnamevaniyê li Herêma Kurdistanê divê xwedî li endamên xwe derkeve û hat xwestin ku dosya neyê beralîkirin.
Daxuyaniya Rojnewsê weke berpirsyarê sereke yê vê qetilkirinê îşaret bi hêzên ewlekariyê yên li herêma Behdînan dike û dibêje, “Divê di demek kurt de kiryarên şehîdkirina Wedat ji bo raya giştî werin eşkerekirin û ew cezakirin.”
YRA: Rojnamevanan biparêzin!
Li ser navê Navenda Parastina Mafê Rojnamegeran (Metro), Her wiha li ser navê Kampanya Çetir û Tevgera Azadî daxuyaniyek şermezarkirinê hat xwendin û hat xwestin ku berpirsyarên bûyerê demek ji ya din zûtir werin eşkerekirin.
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) ya Rojavayê Kurdistanê, diyar kir ku hedefgirtina rojnamevanan kiryareke tirsonek û sûc e. YRA’ê bang li PDK’ê kir ku sûcdaran eşkere bike û her wiha banga parastina rojnamevanan kir.
YRA´yê di daxuyaniyê de bang li hemû rojnamevanên azad jî kir ku li hemberî van kiryarên tirsonek ên ku dengê rastiyê hedef digirin, rawestin û hêzên tarî yên li pişt kiryarên bi vî rengî teşhîr bikin. Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû sazî û rêxistinên navnetewî yên têkildar hat kirin ku di zûtirîn demê de bi erkên xwe yên qanûnî û exlaqî, pêk bînin. Da ku zextê li hêzên PDK’ê bikin, da ku dest ji van kiryarên nemirovî berde û mafên rojnamevanan Ii gorî rêgezên demokrasiyê, werin misogerkirin.
Rêxistina Khamteer û YOSD´ê xwest fail werin darizandin
Rêxistina Khamteer a ji bo Parastina Rojnamevan û Pêşketina Çapemeniyê û Rêxistina Yekbûn ji bo Parastina Civakê (YOSD) her yekê bi daxuyaniyekê qetilkirina rojnameger Wedat Hisên Elî şermezar kir û daxwaza darezandina kujeran kir.
Di daxuyaniya her du rêxistinan de wiha hat ragihandin; “Terorkirina Wedat karekî dûrî pîvanên exlaqî ye. Terorkirina rojnamegeran jî nîşan dide ku li Başûrê Kurdistanê demokrasî dibin metirsiyê de ye. Em ji Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û tevahî sazî û pêkhateyên hikûmetê yên herêma Dihokê dikin ku di demeke herî zû de li ser terorkirina Wedat dest bi lêkolînê bikin. Demek herî zû de tewanbar bên derxistina pêş dadgehê û cezayê pêwîst ji bo wan bê dayîn.”
Navenda Yekîtiya Nivîskarên Navneteweyî ya Kurd (PEN a Kurd) jî bi daxuyaniyekê kuştina Wedat Hisên Elî şermezar kir û got, “Weke PEN a Kurd em ji rêveberiya Başûrê Kurdistanê dixwazin bi rengekî cidî bi ser bûyerê ve biçe û kiryaran eşkere bike. Di heman demê de em ji Asayîşa Duhokê dixwazin bi ser bûyerê ve biçe û kiryaran derxîne pêşberî dadgehê.”
Komîsyona Azadiya Çapemeniyê û Parastina Mafên Rojnamevanan a Sendîkaya Rojnamevanan a Herêma Kurdistanê jî têkildarî qetilkirina Wedat Hisên Elî got, “Weke Sendîkaya Rojnamevanan a Herêma Kurdistanê em ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Karên Hundir, hêzên polîs û asayîşê dixwazin ku vê bûyerê di demeke kurt de ronî bikin û sûcdaran radestî edaletê bikin.”
Partiyên Başûrê Kurdistanê daxuyanî da
Pênc komên partiyên siiyasî yên di parlemana Herêma Kurdistanê de qetilkirina Rojnameger Wedat şermezar kir. PDK´ê paşê bi daxuyaniyekê qetilkirina nûçegihanê RojNewê Wedat Hisên Elî şermezar kir û bûyer weke metirsîdar bi nav kir.
Koma Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK), Komeleya Îslamiya Kurdistanê, Tevgera Îslamiya Kurdistanê, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û Tevgera Goran bi daxuyaniyeke hevbeş qetikirina nûçegihanê Rojnewsê Wedat Hisên Elî şermezar kir. Di daxuyaniyê de bûyer tê şermezar kirin û tê gotin, “Em bi tundî terorkirina rojnamevan Wedat Hisên Elî şermezar dikin. Em weke binpêkirina mafê mirov û rojnamevanan dibînin. Ev bûyer rastiyan nîşa me dide ku azadî bi giştî û azadiya xweîfadekirinê bi taybet di bin gefên cidî de ne.”
Di dewama daxuyaniyê de bang li saziyên fermî yên pêwendîdar hat kirin ku bi erka xwe rabin, “Dûr li desthilatdariya hizbî û siyasî karê xwe bikin, dosya bûyerê bê şopandin û kiryarên vê bûyerê bên dîtin û li gorî yasayê bên cezakirin.”
PDK´ê şermezar kir
Berdevkê Koma Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê Mihemed Elî Yasîn qetilkirina rojnamevan Wedat Hisên Elî weke “bûyereke metirsîdar” bi nav kir û bûyer şermezar kir. Mihemed Elî Yasîn di daxuyaniyê de got, “Ev buyer, bûyerek ne tendurist û metirsîdar e. Em piştgiriyê didin hemû rêkariyên yasayî ji bo peydakirin û bicezakirina tohmetbaran.”
Berdevkê Koma PDKê îdîa kir ku lêkolîna derbarê bûyerê de dewam dike, lê qet behsa gefxwarina asayîşa Duhokê li Wedat Hisên Elî nekir. Balkêş e ku ji daxuyaniya berdevkê koma PDK´ê li parlamentoyê, weha diyar dibe ku êriş weke êrişeke li dijî “rojnamevanekî” tê qebûlkirin û pê jî bi awayekî neyekser weke êrişeke li dijî mafê agahdarkirinê û xweîfadekirinê tê sepandin.
SILÊMANÎ