Li herêma Çemçê ya bi ser Qaxizmanê ve di bombekirinê de 5 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabû. Ji 5 cenazeyan 4 jê cenaze piştî 33 rojan li heman herêmê hatin definkirin. Bavê endamê HPG’ê Omer Ozrek, Abdulkerîm Ozrek got: “Dîmenên li ber çavan bi xof bûn. Cenaze şewitîbûn. Diyar bû ku wehşet û êşkence li cenazeyan kiribûn.”
Li devera Geliyê Hacê ya bi ser herêma Çemçê ya navçeya Qaxizmanê ya Qersê, 6’ê Tîrmeha bihurî di bombebaranê de 5 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabû. Bi hinceta “Li herêmê operasyon didome” 33 rojan cenazeyên endamên HPG’ê Omer Ozrek (Botan Êrîş), Mehmet Bîrgul (Sîmko Agirî), Ferît Polat (Taylan Ozgur) û Serhat Boztaş (Dara Hemzê) dihatin rawestandin. Malbata 4 HPG’iyan piştî 33 rojan li herêmê cenazeyên zarokên xwe definkirin. Bavê gerîlayê HPG’ê Ozrek, Abdulkerîm Ozrek behsa hovîtiya li dijî cenazeyan kir. Ozrek diyar kir ku cenazeyên zarokên wan bi awayekî parçekirî û şewitandî komkirin û li kêleka hev defîn kirin.
Eskeran heqaret li me kirin
Ozrek got ku li gel ew gelek caran çûne Qers û Qaxizmanê lê ti rayedarî li wan guhdarî nekiriye. Ozrek da zanîn ku dozgerê Qaxizmanê destûra wan dida dema ew diçûn herêmê, eskeran pêşî li wan digirt û got, “Em çûn herêmê lê eskeran li me heqaret kirin û em paş ve zivirandin. Herî dawî ji me re gotin, operasyon xelas bibe em dikarin cenazeyê xwe bigirin. Em doh dîsa çûn herêmê. Me dest bi lêgerîna cenazeyan kir. Me xwe gihand 4 cenazeyan û ew birin Girê Aşik Dede. Dîmenên me dîtin pir bi xof bû. Hemû cenaze şewitîbûn. Bi bombeyên kîmyewî ew qetil kiribûn. Serê cenazeyekî tune bû û cenazeyên din jî nedihatin naskirin. Diyar bû ku wehşet û êşkence li cenazeyan kiribûn.”
QERS