Şer ne tenê kuştina mirovan hedef digire, li gel ruxandina cih û war, pergala jiyanê, koçberî, talan, têkbirina malbatan, rawişt û nirxan civakê; tevlihevkirina bîr, hişmendî, raman û têgihîştinan jî bi xwe re tîne. Di şeran de bi giranî du layan hene, li gor her layanî layanê din dijmin e. Her alî xwe mafdar dihesibîne. 

Di şerê rizgariya netewî û welêt de şer di navbera dagirkeran û gelê bindest de rûdide, divê her ferdê netewa bindest li gor kanîna xwe di vê serhildanê de bi awayeke çalak cih bigire. Welo kesekî bixwaze jî, nikane di nava şerê netewî de bêlayan be. Jixwe ew têklihevbûn û rêbaya şer jî rê nade. Ev jî li mirovan bi awayeke xwezayî hestên layangirî diafirîne. Mirov bixwaze jî nikane nirxandin, gotar, çîrok, helbest, roman û hwd. Bi şêweyek bêlayan binivîse. Mirov ji tirsa “dibe ku têkeve xizmeta dijmin” carna nikane hin kêmasî û xeletiyan jî bi tundî rexne bike. Lema berhemê di dema şer de bi giranî yekalî dimînin. Li aliyê din konsentreya civakê û hêzan bi tevahî li ser şer e, wêje wek tişteke talî dibîne.

Niqaşên hin kesayetiyên di bin navê "ez niviskar im, dixwezim bêlayan bim!" Ji rastiya tê jîyîn dûr e. Eger ew kesê vê rika bêlayanî derdixin pêş endamê netewa bindest be, bi zimî jî be, bi awayê ajaniya potansiyelî dikeve bin xizmeta dijmin. Hewldanên objektifbûyînê jî tu sûdekê nade.

Bêguman di dema rizgariya hemû neteweyan de; helbest, çîrok, heta şano û roman jî tên nivisandin, lê bi her awayî layangir e. Lewra berhemên bikane mijare, rûdan, qehremanî, şerwan û pêşengan bi her aliyê ve binirxîne ji sedemên rewşa siyasî gelek dijwar e, dikane têkeve xizmeta dijmin jî. Dema em wek mînak romanê bigirin; divê di romanê de; çîrok bi aliyên erênî û nerênî, gernasî û tirs, pirsgirekên derûnî, serkeftin û binkeftin, şaşî û kêmasî, mafdarî û bêmafî, mijarên dadî ve were vekirin û nirxandin, lê rastî û hewa şer dest nade. Lema derketina berhemên mezin dijwar e.

Ji ber van sedeman li tu welatî wêje di dema şer de bi awayê tê xwestin bi pêşneketiye, şer û êşên wê tenê bûne bingeh û materyalên wêjeyeke xurt. Minak : Li Rûsyayê kesyetiyên wek Dostoyevskî (bi romana Tewan û Ceza), Tolstoy (bi romana Şer û Aşitî) li pey şerê Napolyon û karlêka wê ya li ser civaka rûs ev berhemên xwe yên tevahiya cihanê girtiye bin bandora xwe  afirandine. 

Li Almanyayê ev dema wêjeyê wek "wêjeya piştî şer" hatî binavkirin, kesayetiyên mohra xwe li vê demê xistine Heinrîch Böll, Gunter Gras in, wan jî li duv şerê cihanê yê duyemîn berhemên xwe yên giranbiha nivisine. Li Spanyayê jî kesayetiyên wek Carmen Lafarer û Ana Maria Matute, piştî şerê li dij dîktator Franko berhemên xwe yên bi nirx dane.

Ev ji hewa û psikolojiya şer tê. Du sedemên vê yên girîng hene: 

1- Di dema şer de mirov ji ber egerên polîtîka şer nikane her mijarê bi aliyên erênî û nerênî ve binivisîne. 

2- Ji ber heman sedemê mirov nikane bi nêrîneke bêlayan di objektîfê de li mijareyan binêre. 

Wê sedî sed li pey serkeftina kurdan wê nivşên li pey me bi her aliyê ve têkevin nava hewldan û lêkolînan, şaheserên bandora wê li cihanê bibe, biafirînin.