Yek ji xweşî û dewlemendiya huner ew e ku ji her kesî re vekirî ye û her kesê bixwaze piştî perwerdeyeke xwebixweyî an jî pîşeyî dikare berhemên xwe pêşkêş bike. Karmendek dikare tabloyan çêke, şofêrê teksiyê dikare kemanjenek navdar be, doktorek dikare di ber rehetkirina nexweşên xwe re çîrokan binivîse û di asta dunyayê de navdar bibe, bi heman rengî gerîlayek an jî girtiyek azadiyê dikare hestên xwe di hemû cureyên huner de pêşkêş bike. Mînakên wisa di nava jiyanê de pirr zêde hene. Ev berhem giş ji ber ku ji çavkaniyên cuda yên jiyanê dizên; jiyana mirovan dewlend, asoyên mejî û ruhî berfireh dikin, deriyên nû li pêşiya zimanê ku di nava têkiliyên rojane de fetisiye, vedikin.

Bêguman, dema kesên xwedî nêrîn û helwestên cuda berhemên xwe pêşkêş dikin; şopa cîhanbînî, berjewendî û mebesta wan diyar dibe. Naverok û mijarên têne hilbijartin, diyalog û rengên di çêkirina forman de têne bi kar anîn, xetên peykelekî bixwe re peyama afirînerê xwe digihîne bikirên xwe.

Li vir, a herî giring helwêsta pênûs û firça bindestan e. Ka ew pênûs bêtirs wan pizik û girêkên pençeşêrî bi pîvanên hunerî der dike an na? Heta bi çi radeyê boyax û hibra xwe ji jehra çand û nasnama serdestî rizgar kiriye? Navikbirrîna pênûs û firçê heta bi çi radeyê li ser çanda xwemalî pêk hatiye û jê bixwedî dibe?

Ji bo em karibin vê navikbirrîna derengmayî pêk bînin, em xwedî xwerapêçan û zirxeke çendî saxlem a rewşenbîrî ne? Ji bo em karibin vê qetandinê bi tenduristî derbas bikin; me heta niha bi pênûs, firçe û hunerdestiya xwe paşxanek çawa amade kiriye, li tûrik û boxçika çandî ya bapîr û dapîrên xwe çi zêde kiriye?

Li ser rêbaza xwequtkirina çandî û avakirina çandeke xwemalî û nûjen, ez dixwazim peyam-pêşniyazeke birêz Ocalan wek mînak bidim. Birêz Abdullah Ocalan ji zindana Îmraliyê bi rêya parêzerên xwe bi pûxte û cewherî digot; rewşenbîrên Kurd divê sal bi sal xerabî, texrîbat û zirara ku dagirkeran daye nasname, çand û ziman pirralî û biberfirehî lêkolîn bikin.

Bi rastî jî heger em dixwazin nasname, ziman, çand û ji her tiştî jî girîngtir; rehên qurmê dara hebûna xwe, ji van derbên xedar û kujinde rizgar bikin, divê em li welat û derveyî wê saziyên lêkolînî ava bikin û yên heyî jî hê bêtir xurt bikin.

Insitîtu û weqfên bêne avakirin divê di çarçoveya armanca xwe ya avabûnê de pispor û şarezayan li dora xwe bidin hev. Her yek ji wan li gorî pisporiya xwe li ser van mijaran kûr bibe; ji cil û bergan heta bi wêjeya devkî, ji hostetiya avahiyan heta bi govend û stranan, ji awayê wextderbaskirina odeyan heta bi civatên li berberoşk û serbanan, ji çêkirina benî û bastêqan heta bi ristina gore, merş û xalîçeyan, ji kedîkirina ajalan heta bi çanda xebata kolektîf a bi navê palûte ya gundiyan û hwd.

Li vir dixwazim bin vê xalê jî xet bikim. Êdî hema bêje hemû stran û çîrokên Kurdî bi zêdeyî hatine berhevkirin û çapkirin. Heta hinek stran û çîrok bi dehan caran hatine çap kirin. Ji niha û pê ve tişta bê kirin ew e ku ev berhem bi lêkolîneke hûrgilî ya zanistî û pisporane deşîfre bibin.

Di vê xalê de divê rewşenbîr û hunermend sînga xwe bi dilfirehî bidin ber rexneyan û li xwe mikur bên ku asta xebata heyî têra berhemdariyeke nûnerî ya neteweyî û navneteweyî nake. Şert û merc çi dibin bila bibin, astengiyên li pêşiya her cure berhemdariyê çendî destên xwe têxin qirika rewşenbîriya Kurd û nefesê lê biçikînin, bi navê huner heta kîjan radeyê serdest bixwazin ew çavên xwe ji jêderên êşên xwe yên dîrokî û îroyî re bigirin jî, lê pêwist e ew ji hemû tesîrên derveyî dûr, wek erk û wezîfeyeke exlaqî û wijdanî biserhişkî pênûs û firçeya xwe wek kêr û meqesê bijîjkekî li ser vî gewdeyê birîndarkirî bigerînin û nêma ji virûsa dagrkeriyê jê der bikin; da ku tovpeyvên Feqî li baxê nûbihara Xanî ji nû ve bipişkivîne.

Ma ji me pêve wê kî bixwaze û karibe wê tabloya dayika Kurd a li Halebceyê ku pêçeka wê di himbêza wê de hişkbûye nîgar bike, wê kî van çîrokên Hewarî binivîse, Janên Gel melhem bike, Kela Dimdimê ya Xanê Çengzêrîn di dilê me de ji nû ve ava bike, berxwedan û jana Kobanê û Efrînê binivîse û nîgar bike?