Wêje ew huner e ku mirov pê hîsên xwe vedibêje, a ku wêjeyê ji dirûv û zanîn û disiplînên din cuda dike ev hîsbêjî ye; ne ji hîsên hundirê wêjeyê be wêje dibe matematîk, dibe fizîk, dibe teknîk, dibe grafîk, dibe felsefe an jî her wekîdin, lê nabe wêje.
Di Emily Bronte û romana wê “Xujîna Bilindahiyan” de hîsên ku tên vegotin, hîs û hestên lehengê wê Heathcliff’î yên evîn, nefret û hesûdiyê ne. Bronteyê, di romana xwe ya romantîk de vegotina van hîsan ji xwe re kiriye armanc û roman nivîsiye. Jane Austen di romana xwe “Evîn û Xurûr”ê de, ku di wêjeya Brîtanîk de dibe dawiya romantîzmê û destpêka realîzmê, vegotina hîsên mirovî yên wek xurûr û payetiyê ji xwe re kiriye armanc û roman nivîsiye. Di romana Austenê de mirov ji helwest û jiyana lehengan fêr dibe ku xurûr û payetî du hîsên ji hev cuda ne, xurûr ew hîs e ku mirov xwe bi xwe hurmetê dide şexsê xwe, lê payetî ew hîs e ku mirov ji kesên din dixwaze ku wî ji xwe mezintir bibînin û hurmeteke zêdeyî wî nîşanî wî bide, ku nivîskar hîsa xurûrê wek hîseke baş û hîsa payetiyê wek hîseke nebaş bi nav kiriye.
Lê ligel ku Kurd û jiyana wan bi koman, bi bênderan xwedî qiyameta hîsan e jî em di romana Kurdî de li hîsan rast nayên; ronamên Kurdî pirranî bê hîs in û ji ber vê yekê jî xwendevan ji pirtûkên wêjeyî yên Kurdî zêde hez nakin. Xwendevanên Kurdî yên huner û wêjeyê wek hemû xwendevanên dinyê ji pirtûkeke hunerî û wêjeyî kûrahiyeke hîsan hêvî dike, lê ya ku ew di wêjeya Kurdî de lê rast tê teknîk, matematîk, grafîk an jî gramantîk e, ji ber vê yekê jî xwendevanê Kurdî ji xwendina pirtûka Kudî ya wêjeyî sar dibe û dûr direve. Ev, ne sûcê xwendevên e, ji ber ku pirtûk bê hîs e, pirtûk sar û ji xwendevên dûr e.
Di nivîskariya Kurdî ya wêjeyî de hîs nayên vegotin û eşkerekirin, heta ji destê nivîskêr tê ew hîsan perde dike û vedişêre, ev jî dibe sedem ku pirtûk bibe wek qalibekî qeşê û destên xwendevên ji serman biqefile û pirtûkê ji destê xwe berde û biavêje.
Civaka Kurdan civakeke feodal û polîtîk e, feodalîte û polîtîka ji vegotina hîs û hestan hez nake. Mirovê feodal û polîtîk heta ji destê wî tê hîsên xwe dinixumîne û vedişêre; ji ber ku nivîskariya Kurdî pirranî nivîskariyeke feodal û polîtîk e di roman an jî pirtûkên xwe yên wêjeyî de hîsên xwe vedişêre, ev jî dibe sedem ku pirtûk ji hîsan ango ji têgeha sereke ya wêjeyî bêrî bimîne û pirtûk sar be û neyê xwendin.
Di wêjeyê de qabiliyet û behremendî ew e ku nivîskar wek mirov xwe nas bike û hîs û hestên xwe karibe bi kûrahî vebêje, lê di wêjeya Kurdî de tam dijberî vê yekê qabiliyet ew e ku nivîskar heta jê were hîsên xwe veşêre û xwe bike qeşa û kevir û dev ji xwe berde. Wek hemû xwendevanê cîhanî xwendevanê Kurdî jî ji pirtûka Kurdî ya wêjeyî hîsekê hêvî dike, meteorolojî (serma) û jeolojiyê (keviran) hêvî nake; ger wiha bûya di dinyayê de pirtûkên ku herî pirr dihatin xwendin wê ne pirtûkên wêjeyî lê wê pirtûkên meteorolojî û jeolojiyê bûna...
RÊNAS JIYAN