Mixabin kovara me berî ku bê çapkirin, trawmayeke nû li Kobaniyê rû da û kurd ji nû ve ketin ber lepên karesat û komkujiyan." Edîtoryayê di nivîsa xwe ya pêşekê de temeniya xwe jî wiha tîne ziman: "Em hêvî dikin ku ev hejmara me ji bo xebatên li ser trawmayê bibe nimûne û xebatên bi vî rengî bidomin."
Naveroka kovarê
Di vê hejmarê de gelek nivîsên balkêş cih digirin. Ayhan Geverî bi nivîsa xwe ya bi ser navê ´Evdirrehîm Rehmî Hekarî û Berhema Wî Ya Li Ser Tarîxa Kurdan: Perek Zêrîn Ji Tarîxê´, Eta Nehayî bi nivîsa ´Wêjeya Bajêr, Wêjeya Bajaregund´, wegereke ji T.S. Eliot a bi sernavê ´Kevneşopî û Şîyana Kesayetî´, Ehmed Kirkan bi nivîsa ´Ferhengnasîye û Ferhengnasîya M. Malmîsanijî´, Ronen Zeidel bi nivîsa ´Kurd Di Romanên Iraqiyan de’´, Mesud Fîdan bi nivîsa ‘Li Gorî Nirx û Binenirxan Vekolînek li ser 100 Çîrokên Kurdî´, Evdal Baqî bi nivîsa ´Helbest û Werger´, Înan Eroglu bi nivîsa ´Zimanê ku Dimeşe: Pêdaçûnek li ser Zimanê Edebî û Çîrokên Nûredîn Zaza´ û Murat Aygun bi ´Destpêk ra Heta Ero Edebîyatê Kirmanckî de Hîkaye´ bi nivîsên xwe ve alternatîfên cihêreng pêşkêşî xwendevanan dikin.
Dosyaya hejmarê
Di vê hejmarê de dosyaya ‘Wêje û Trawma’ hatiye domandin. Di vê beşê de; Clîfton Spargo bi ‘Retorîka Trawmayê’, Omer Delîkaya bi ‘Peymana Bêdengîyê û Êşa Kesên Ne ji Me; Rengvedana Jinên Ermenîyan di Zûra ya Felat Dilgeş û Bavfile ya M. Alî. K. de’, Sînan Gultekîn bi ‘Hunera Mirinê: Rêçên Trawmayê di Helbestên Sylvia Plathê de’, Abdullah Çelîk - Murad Aygun bi Bedrîye Topacî Reyde de hevpeyvîn çêkirine, Zelal Mevlutoglu bi ‘Çarçowaya Fikrê Jungî de Rexneyê Ewnîyayî Şê Odysseayî’, Rizgar Elegez bi ‘Mekan di Helbesta Fêrikê Ûsiv de’, Şêxo Fîlîk bi ‘Atmosfer, Mekan û ‘Meqesê Zêrîn’’, Berken Bereh bi ‘Derwêşê Helbesteke Henûn û Hemdem: Kawa Nemir’ û Serdar Ay jî Xwendineke Antîkolonîyal-Dêkolonîyal li ser ‘Êş’a Rênas Jiyan bi Rênas Jiyan re hevpeyvînek çêkiriye.
NAVENDA NÛÇEYAN