Dîsa zêdetir ew ê tava hestên li Bakur be. Ji ber kêmasiyan ji niha de lêborînê dixwazim. Min xwest hin hestan bidim der. Bi tenê ev… Wê beş helbest be. Dîsa mîna paceyek dilxwestinên giyanî… Pêşî bêyî min Arjen ARÎ ket rêzê.

Ew bi xwe bangî min dike. Belkî ev xewn û xeyalên nifşî be. Bayekî cuda yê çiyayên Omeriyan û dengxezeba birînreşa “xetê”, çi “serxet” çi “binxet” û nalîna çiyê ya dil û hinavên çar perçe ango pir perçe û hêviyeke kesksorîn a bihara dilan a dîlana çiyê, ji Çalê, ji Çala Omeriyan. Lewra gir, sikur, nezar, dol, berwar û newal di govendê de ne, li nik dilê wî. Kesî weke wî nizanibû hesretê, bêriyê binexişîne mîna binevşên Gebarê… Û çanda jiyana çiyayên abadîn. “di xurcika min de hemû qewîtî: kembera zîvî, hina qeşmîrê, heprî… cotê xirxalan ji bîr dikim qet! siwarê hespa kimêt im têm têm ku bikim xizêm Berîka Binxetê!” Bêyî mirov berê mirov dide Kurdistan û berxwewdanê, binêrin, bixwînin, hîsbikin.
“Şêrgele hene; kefen ezmanê sayî Şêrgele hene; bi qasî stêrkên rijyayî Şêrgele hene şevçirax û heyve-ron Li van çiyan bê kêl û gorn wendayî!” Xwezka niha berxwedana Kobanê ya wê binxeta ku ewqasî jê hez dikir bidîtaya. Bawerim hîs dike, dibîne. Û Şêrgeleyên wî îro li Şingalê ne jî, li Kobanê…Û dilê ku ji bonî wekheviyê lê dide; wekeheviya mirov û kedê, di dema ciwaniya xwe de, diqêriya… Û lêgerîna evîn û hezê. Jixwe ev xak, ev gel warê jiyan û evînê ye.
Bila ew bibêje; “Li şiveriyên Çiyayekî li hezê digerim, niha dizanim; dengê xwezayê ye hez: herikîna avê, guvîna bê, xûşîna spîndarê… min xezalek wenda kir li vê beriyê dildarên xakê nebedî bûn di şiveriyên çiyayekî de vê berêvarê!” Bi rastî jî ew mînakek ji Wêjeya Kurdî ya hemdem e; dilê wî bi evîn, wekhevî û welatparêzî û felefeya jiyanê mişt dagirtî ye. Bi rêzdarî bi bîrtînim, ji hez û hêza Kobanî. Wek ku ew bibêje; Bijî Berxwedana Kobanê…  


FERATÊ DENGIZÎ