Nivîskar û rewşenbîrên Efrînê tevî hindek nivîskarên întersyonalîst ku bûne şahidê Berxwedana Serdemê, berxwedana şêniyên Efrînê û şervanên YPG û YPJ`ê ya 58 rojan de di 13 pirtûkan de rave kir.
Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Efrînê 13 pirtûkên cihê yên li ser Berxwedana Serdemê derxistin.
Yekîtiya Rewşenbîran a Efrînê doh şahiya îmzekirina pirtûkan bi tevlibûna nivîskaran û hejmarek ji rewşenbîran, tevî nûnerên Rêveberiya Xweser û mamosteyan organize kir.
Naveroka pirtûkan vegotina berxwedana Efrînê û êrişên dagirkeriya Tirkiyeyê bi helbest, roman û serpêhatiyan e.
Şahiyê bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê endamê Yekîtiya Rewşenbîran a Efrînê Heysem Mistefa axivî û bixêrhatina beşdaran kir. Mistefa qala kedên nivîskar û rewşenbîrên Efrînê ji ber xebatên wan kir.
Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Efrînê Osama Ehmed jî got, “Ev meh; meha agirê Newrozê, meha Helebce, meha serhildanê û Efrînê ye. Nivîskarên Efrînê vê mehê dê bikin meha şoreşa pênûsan, agirê Newrozê dê bibe Newroza fikr û wêjeyê.”
Hevseroka Meclisa Rêveber a Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hediye Yûsif qala rola rewşenbîr û nivîskaran di ravekirina berxwedana Efrînê de ya 58 rojan tevî şert û mercên koçberiyê, kir. Hediye diyar kir ku xebatên rewşenbîran cihê rêzdariyê ne.
Nivîskaran pirtûk îmze kirin
Piştre, pirtûk hatin danasîn û nivîskaran pirtûkên xwe îmze kirin.
Serenavên pirtûkan û navên nivîskaran wiha ne:
* Helbestên Zeytûnê: Entersyonalîst, Kurd. Mihemed Xeyrdîn El-Esedî
* Serpêhatiyên Yesamîn. Kewser Hesen Cafer
* Diyaloga Dawî. Mihemed Beko
* Dengvedana Lêlûn. Komek nivîskar
* Min di xewna xwe de dît. Osama Xelîl Ehmed
* Rastiya Efrînê. Xelîl Musa
* Berxwedanistan. Mîdiya Berekat
* Romana Pakrawanên Kurd. Merwan Berekat
* Ji bin siya Evînê. Mihemed Welîd
* Strana Berê Xewê. Hemûdê Ebdo
* Xeltiken Reş û Êş. Muhyedîn Ersalan
* Efrîn Name. Zozan Mihemed.
ANHA / ŞEHBA