Di nûçeya Jinnewsê ya bi mohra Rojda Aydin de ku ji Mêrdînê nûçeya xwe şandiye, behsa tutina Xursê û keda jinan di çêkirina wê de tê kirin. Titina Xursê yek ji navdartirîn tutinên Kurdistanê ye ku di kilam û stranan de jî gelek caran navê wê tê hildan.
Aydin di nûçeyê de dibêje, “Hilberîna tutinê ku wek çandekê ji demên bere heta vê rojê hatiye hîn jî giringiya xwe diparêze. Li gundê Xursê yê navçeya Qoserê ya ser bi Mêrdînê, jin hem ji bo debara xwe bikin û hem jî ji bo çanda hilberîna tutinê dewam bikin, di erden tutinê de dixebitin. Jinên ku karê tutinê dikin, got ku debara xwe bi hilberîna tutinê dikin û diyar kirin ku tutin hemû bi destên jinan tê amadekirin.”
Şahîde Aslan a 37 salî, dayika 3 zarokan jî wiha behsa amadekarina tutinê dike: “Di serî de tovê tunê diavêjin erdan û piştre bi laylonê ser erdan digirin heta ku ev tov dibe şitil. Di meha Adarê de dest bi ajotina erdan dikin. Demekê dibin naylonê de dimînin û piştî ku şitilên tûtinê mezin dibin em naylonê radikin. Piştre em van şitlan li erdan diçînin. Piştî ku şitil xwe li erdê digirin û mezin dibin, em giyayê zexl ê dinav de şîn dibe, diçinin. Piştî ku qama şitlan buhistekê dirêj dibe em zibil dikin û em vê 3-4 caran dikin. Dema zibilkirina titinê diqede û tutin mezin dibe gulên li ser şaxên wê jî em jê dikin. Tutin dema mezin dibe û tê merheleya çinînê, em dest bi topkirina wê dikin. Dora dûyem dema zîl dide em qelem dikin û em wan zîlan dîsa diçinin. Dema tutin mezin dibe di meha tebaxê de em dest bi çinîna wê dikin û heta meha îlon û cotmehê çinîna wê dewam dike.”
NAVENDA NÛÇEYAN