Dewleta Tirk li deverên dagirkirî, avê ji ser bi sed hezaran mirovên li Rojava dibirre. Ji bo xwe xislaskirina ji vê siyaseta dewleta Tirk a dagirker, Rojava û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî gelek projeyan bi rê ve dibe. Ji bo fînanskirina yekê ji van projeyan kampanyayeke fînanskirina girseyî hat destpêkirin. Li ser vê kampanyayê û siyaseta dewleta Tirk a dagirker ji rêveberên kampanyayê Jo Taylor ji kovara New Internationalist re nivîsî.
Ew bi bîr dixe ku piştî dagirkeriya dewleta Tirk a li Serêkaniyê û Grê Spî ji Mijdara par ve, wê av ji ser 650 hezar mirovî qut kiriye. Ew dibêje, ji hingê ve binesaziya avê jî dibe hedefa êrişên dagirkeran û av tam weke sîlehekê tê bikaranîn. Ew siyaseta bendavan a dewleta Tirk jî bi bîr dixe ku ava çemên diherikin Rojava û Başûrê Kurdistanê jî qut dike.
Ji bo bersivdayîna vê krîza heyî ya avê li Rojava, komeleya kooperatîf a li Ingilîstanê Komeleya Aboriya Piştgir (SEA) kampanya dabû destpêkirin ji bo berhevkirina 100 hezar poundan (qederê 123 hezar dolar dikin). Jo Taylor dide zanîn ku di hefteya yekê ya kampanyayê de 25 hezar pound hatine berhevkirin (niha mîqdar ji 34 hezar poundan bihuriye) û kampanya tê fînansekirin ji aliyê weqfekê ve. Yanî ji bo 50 hezar poundên destpêkê, serê poundekê wê ev weqf jî poundekê bide. Di nava piştgirên kampanyayê de aktrista Ingilîz Maxine Peak, antropolog David Graeber, weşanger Debbie Bookchin, Janet Biehl û wênegirê navdar Joey Lawrence jî hene.
Jo Taylor dibêje, Rêveberiya Avê ya Rêveberiya Xweser, şaredarî, Aboriya Jinê, weqfên cihî û saziyên civaka sivîl planên alternatîfan dikin da ku avê misoger bikin ji bo xelkê deverê. Ew dibêje, ji ber ambargoya heyî, neewlebûna xwarinê ya ji ber kêmbûna avê dikin ku fînansekirina van projeyan ne mumkin bibe û ew bi kampanyaya xwe #Water4Rojava (AvJiRojavaRe) dikarin alîkariyê bikin. Hîna 8 roj hene ji bo ku xelk alîkariyê bike.
LONDON