Navçeya Gêl a Amedê, bûye mal ji bo şaristaniyên Hûrî, Mîtanî, Ûrartû, Asûr, Med, Pers û Romayê. Li navçeyê qebr û tirbên pêxemberan û gorên qiralan hene. Lê belê li Taxa Qonaxê ku 16 kîlometreyan dûrî navçeyê ye, deverên dîrokî bêxwedî hatine hiştin û ji ber vê bêxwedîtiyê tên texrîbkirin. Li vê taxê bermayiyên ji dema Asûrî û Romayiyan hene. Lê pirraniya van deverên dîrokî di bin axê de mane. Her wiha ji van deverên dîrokî gelek jê jî bûne wargehên defînegaran. Defînegeran, li van deverên dîrokî gelek cih kolane û kirine ku wekî kunên xiltan li her derî çêbin. Wekî din li taxê hin kesan jî ev dever kirine axur, û ew li van deveran heywanên xwe xwedî dikin.
MA/AMED