2’yemîn Mîhrîcana Fîlman a Amedê bi diruşmeya “Sînemaya Bêsînor” di navbera 22-25’ê Kanûnê de li dar dikeve. Ji ber ku hikûmeta dewleta Tirk bi qeyum dest danî ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, mîhrîcan bêyî piştgiriya qeyûm bi awayekî serbixwe li dar dikeve.

Amadekarên mîhrîcanê bi daxuyaniyekê rewşa heyî û lidarxistina mîhrîcanê ragihandin. Amedekaran bi daxuyaniyê da zanîn ku “Îro roj ev axa ku em li ser dijîn, di bin nîrên pêkûtî, qirkirinên siyasî, qedexekirin û dagirkeriyê de ye” û wiha îşaret bi girîngiya wezîfeya çandê kir: “Di nava van şert û mercan de peywîra hunerê û hunermendan ne ew e ku xwe bi paş ve vegerînin û bêdeng bimînin; berovajî vê yekê ji bo rastiya vî zemanî were fêhmkirin û vegotin pêwîst e ku huner û hunermend dengê xwe bilind bikin û bêdeng nemînin.”

Bi hêza gel mihrîcana îsal pêk tê

Amadekarên festîvala fîlman bi bîr dixin ku wan bêrê hesab dikir ku îsal mihrîcana xwe di navbera 4-13´ê meha Mijdarê de pêk bînin, lê bele hem ji bo ku nerazîbûnê li dijî êrîşên li dijî vîna gel nîşan bidin û hem jî je ber ku Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin girtin û li şûna wan qeyûm hatin peywîrdarkirin, wan mihrîcan bi paşve xistiye û wiha dewam kir: “Ji ber vê sedemê 2’yemîn Mihrîcana Fîlman A Amed di dîroka ku me xwestî de pêk nehat. Lê dîsa jî mihrîcana ku parçeyek nasname û têkoşîna vî bajarî bû, diviyabû pêk were. Ji bo pêk were hincetên wê yên eşkere jî li holê ne. Em, di bin van zext û zordariyan de berpirsyariya dîrokî ku niha li ser milê me wek barekî giran disekine, dixwazin bi cî bînin û mihrîcana xwe li gel van şert û mercên zahmet bi hêza gelê xwe û bi alîkariya rêxistin û komaleyên demokratik dixwazin pêk bînin. Ji bo vê yekê em amadekariyên xwe dikin.”


Huner muxalif e

Amadekarên mihrîcana filman a Amedê, xwezaya muxalif a huner bi bîr dixin û dibêjin, “(Huner) Di nav hemû şert û mercan de li hemberî zilm, tundî û zordariyê ye. Ji bo maf, dad, azadî, wekhevî, jin, zarok, penaber, koçeber û xizanan, bi kurtasî ji bo qad û jiyaneke azad her wiha ji bo mirov bi dildarî, bi aqilek pak, wijdan û rûmeta xwe xebatekê bimeşîne ti hêz nikare li hemberî mirov bibe asteng û mohrê li ramanên me bixe. Di vê wextê de ku pêdiviya me bi nêrînên nû, xwemal û afirîner heye, em dixwazin filmên ku heqîqetê vedibêjin, derxin pêşberî gelê xwe da ku heqîqet were zanîn.”

Banga hevkariyê li hunermend û dostan

Amadekarên Mihrîcana Filman a Amedê banga hevkariyê li dostên xwe yên sînemager û ekîbên festîvalên din ên filman dike û dibêje, “Werin hûn jî di navbera 22-25 ê Berfanbarê de li welat û bajarên ku hûn lê dijîn û xebatê dimeşînin, hêzê bidin 2’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê. Li van bajaran bi nîşandana fîlman hêz û baweriyê bidin mihrîcana me.”

Amadekarên festîvalê dixwazin ku bi dirûşmeya “Sînemaya Bêsînor” ne tenê li Amedê, lê belê li hemû qad û bajarên ku baweriya hunera şoreşgerî li wan heye, fîlm werin nîşandan û wiha malavahiya piştevanan dikin: “Li bajarên ku em ê lê mihrîcana xwe pêk bînin, gelek sazî, rêxistin û komaleyan deriyên salonên xwe ji bo mihrîcana me vekirin û alîkarî dan me. Em ê di van rojên giran de vê helwêsta wan qet ji bîr nekin. Ji lewre jî em spasdariya xwe pêşkeşî wan dikin.”

Kîjan film?

Di çarçoveya mihrîcanê de gelek fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlm dê bêne nîşandayîn. Her wiha di çarçoveya mîhrîcanê de dê gotûbêj jî li dar bikevin.

Fîlm û çalakî dê li salonên Komele û Cemxaneya Pîr Sultan Abdal, Şaxa 1’emîn a Egîtîm-Senê û Odeya TMMOB ya Mîmaran a Şaxa Amedê li dar bikevin. Di nav bernameyê de ji belgefîlman “Bihuşta Min” (Ekrem Heydo), “Kurdistan Kurdistan” (Bulent Gunduz), “Kavar” (Murat Bayramgolu), “Baglar” (Berke Baş, Melis Birder), ji fîlmên metrajdirêj “Bîranînên Hespê Reş“ (Shahram Alidi), “Toz Bezi” (Ahu Ozturk), “Babamin Kanatlari” (Kivanç Sezer) jî di nav de gelek fîlm hene. 



Ji bo agahiyên zêdetir ên derbarê Mihrîcana Filman a Amedê de binihêrin li:

Facebook :https://www.facebook.com/amedfilmfest

Twitter: https://twitter.com/amedff


 NAVENDA NÛÇEYAN