Kurdistaniyê bi navê Yûsûf Îba, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 48 roj in li bajarê Kanadayê Torontoyê di greva birçîbûnê de ye. Wekîlê Kanadayî Garnett Genuis serdana Îba kir.
Parlamenterê Conservative (mihafezekar) ê Kanadayê Garnett Genuis çû serdana Îba û li ser çalakiya wî agahî wergirtin.
Genuis diyar kir ku ew ê mijarê hefteya bê bixe rojeva parlamenê û li ser çalakiyê biaxive.
ANF / TORONTO