Xwedê roja 28´ê Tebaxa 2008´an kurek da Malbata Başer. Malbatê dixwest navê ‘Welat’ li zaroka xwe bike. Ji ber ku di alfabeya tirkî de tîpa ‘w’ nîne, daxwaza malbatê ji aliyê Birêveberiya Nifûsê ya Amedê ve hatibû redkirin. Li ser vê biryarê malbatê serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da û daxwaza alîkariya hiqûqî jê kir. Piştî vê yekê malbatê ji bo navê ‘Welat’ li zarokê were kirin bi alîkariya ÎHD’ê miraceet kir li 2’emîn Dadgeha Îdarî ya Amedê. Herçî dadgeh e, wê ev daxwaz dîsa red kir. Malbata Başer, li ser vê biryarê doza ji bo navê kurê xwe Welat bire dadgeha temyizê. Dadgeha temyîzê ya ku li dozê dinihêrî ango 10’emîn Daîreya Dadgeha Bilind jî berî çend rojan daxwaza malbatê red kir.
Zarok bê nasname ye
Piştî ku biryara dadgeha gihîşt ber destê malbatê, bavê ‘Welat’ Muhsin Başer nerazîbûna xwe ya derbarê vê biryarê de îfade kir. Başer, da zanîn ku rayedarên dewletê her roj dibêjin Kurdî serbest e, lê ev tişt ne rast e û wiha peyivî: “dema min xwest navê “Welat” li zaroka xwe bikim, destûr nehat dayîn û ji ber ku nasnameya lawikê min nebû, me nedikarî em zaroka xwe bibin nexweşxaneyê. Hin rayedarên dewletê dibêjin ku kurdî serbest e, va ye 6 sal in ez dixwazim navê ‘Welat’ li zaroka xwe bikim lê dadgehên vê dewletê red dikin.” Başer got, ji ber ku ew nikare navekî kurdî li zaroka xwe bike gelekî dilê wî diêşe.
‘Ne aştî û ne jî çareserî bi vî awayî dibin’
Başer, gotinên parlementerên hikumeta AKP’ê yên wekî ‘kurdî serbest e’ bi bîr xistin û wiha axivî: “Serokwezîr, serokkomar û rayedarên hikûmetê her roj dibêjin kurdî ne qedexe ye û dadgehên wan biryarên redkirinê didin. Ez vê biryara şermezar dikim.” Başer, di dewama axaftina xwe de got, ji aliyekî pêvajoyeke çareseriyê didome ji hêla din ve kurdî hê qedexe ye û axaftina xwe wiha dewam kir: “ji du gotinan yek ‘pêvajoya çareseriyê’ ye lê hemû astengiyên li ser kurdî didomin. Heger ez îro nekaribim bi rehetî navekî kurdî li zaroka xwe bikim, ev ne pêvajoya çareseriyê ye.” Başer, di dawiya axaftina xwe de bang li hikûmeta AKP’ê kir da ku qedexe û astengkirina zimanê kurdî betal bike û dev ji van polîtiqayên xwe yên asîmîlasyonê berde.
DIHA/AMED