Welatê min ê lê roj diçe ava

Haberleri —

Projeya dawî ya hunermendê Kurd ê li Kanadayê Şehriyar Cemşîdî (Shahriyar Jamshidi) bi navê My Sunset-Land Rojava (Welatê min ê lê roj diçe ava Rojava) derket. Wî bi we albûma xwe weşand. Ji bo projeya xwe ew dibêje, “Projeya min esas ew e ku para bêhtir a dahata ji CD’yên bên firotin ez ê bibexşînim ji bo jinên Kurd ên Êzîdî yên ketin ber qirkirinê li Iraqê.” Nexasim jî aranjmana bi navê “Tears of Şingal (rondikên Şingalê)” fermana 74’an a li dijî Êzîdiyan bi bîr dixe. Di albûmê de parçeyekî taybet ji bo şehîd Viyan Peyman heye. Ev şervana YPJ’ê sala 2015’an li Serêkaniyê şehîd bûbû. Şehriyar dibêje, “Serhatiya vê stranê jiyana jineke Kurd a mamoste û stranbêj rohnî dike. Viyan, (Gulistan Talî Cinganlo), dev ji mamostetiya dibistanê û rûtîna jiyana xwe berda da ku bibe parçeyek ji berxwedana Rojava. Û wê di [vê berxwedanê] de jiyana xwe ji dest da.” TORONTO
paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.